Tirkiye leşkerên xwe yên li Lubnanê vedikêşe

Tirkiye leşkerên xwe yên li Lubnanê vedikêşe

Dewleta Tirk biryar da ku 280 leşkerên xwe yên li Lubnanê vekêşe. Rawêjkarê Neteweyên Yekbûyî Andrea Tenenti, diyar kir ku ev biryar beriya revandina her du pîlotên Tirkiyê yên li Lubnanê hatibû standin.

Rawêjkarê Neteweyên Yekbûyî Tenenti ji rojnemeya Daily Star ya Lubanî re got ku 338 leşkerên Tirkiyê li Lubnanê hene. Tirkiye 280 leşkeran paşde vedikêşe û 58 leşker dimînin. Tenenti diyar kir ku ev biryar di destpêka vê mehê de hatiye standin. Tê payîn ku di nava mehekê de ev leşker ji Lubnanê derbikevin.

Yekîneya Operasyonên Hêzên Aştiyê yê Neteweyên Yekbûyî UNIFIL’ê jî diyar kir ku hikumeta Tirkiyê biryar daye ku ji meha Îlonê pêve kompanyayên xwe yên avahîsaziyê jî ji vê welatî vebikêşe. Kompanyaya avahîsaziya Tirkiyê ji sala 2006’an vir ve li Lubnanê projeyan digre û kar dike.

Balkêşe ku piştî rêxistina ’Ziyaretçiyên Îmam Riza her du pîlotên Tirk yên bi navê Murat Agca û Murat Akpinar dîl girt û Tirkiyê ji ji welatiyên xwe xwest ku neçin Lubnanê ev biryar kete rojevê. Rêxistina Ziyaretçiyên Îmam Riza dixwaze dîlên li Suriy3e bih3ene azad kirin da her du pîlot jî serbest bimînin.