TOSINÊ REŞÎD LI SER GOTINÊN MÎR TEHSÎN BEG ŞIRO DIKE

Van demên dawî, bi taybetî piştî ku Mîrê êzdîxanê, Tehsîn Beg di hevpeyvîna xwe, ya kanaleke erebî re, gotiye êzdî ne kurd in, seva wî gelek tê gotin û nivîsar. Tiştên ne rê û ne rast jî tên gotin. Wan gotinên wî bi temenê wî re girê didin, kurê wî dibêje, guve bavê wî nexewş e, ji ber wê usan gotîye. Bi bawerîya min, ev nêrîn gişk bê bingeh in.
Navê Mîr Tehsîn Beg wê di diroka êzdîxanê de bi tîpên zêrîn bê nivîsar. Wî berî gişkî destûr da, wekî êzdî bixwînin û bi wê destûrê rêya bi pêş va çûna civakên êzdîya vekir, civakên êzdîya gihandine civakên hemdem. Ev destûr tenê, bi serê xwe, şorişek bû di diroka êzdîxanê de. Wî usan jî destûr da, wekî qewl û beytên ola êzdîya bêne nivîsar û çap kirin. Berev kirin û çap kirina qewl û beyta rêya lêkolîna wan, ya zanîyarî vekir, rastîya ola êzdîya derxist ber çevan. Îro li meydanê lêkolînên rêk û pêk, ku ser bingehê wan qewl û beyta hatine nivîsar, ser ola êzdîya hene, ku rastîya ola êzdîya derdixin ber çavan û tu kes êdî bawerîya xwe wan gotin û nivîsên nêgatîve ser êzdîyan û ola wan nayne.
Em ji bîra nekin, wekî hema ew nêrînên nêgatîv û şaşe ser êzdîya û ola wan, bûne sebebê fermanên serê êzdîyan.
Çend cîhan hate nivîsar, wekî Mîr Tehsîn Beg heta niha ne digot, wekî êzdî ne kurdin, ji ber ku ser wî fişar û tirs hebû. Tu bingehê vê bawerîyê jî tune. Eger bi rastî Mîr ji tirs û fişarê ev bawerî ne anîye ziman, wî ew yek dikaribû dema rêjîma Seddem Husen bigota, çawan pismamên wî, kurên Ismaîl begê gotin û Seddem Husên li Bexdayê qesr û qonax, ofîs dane wan.
Lê wan rojên giran gelek enedemên malbeta Mîr Tehsîn Beg bûne pêşmerge, Mîr bi xwe pişgirîya şorişa dikir, heta neçar ma, mal û milkê xwe bihêle, derkeve çîya. Piştî têkçûna şorişê jî berê xwe da peneberîyê. Usane Mîr Tehsîn Beg ji mêj ve bawerîya xwe bi kurdbûna êzdîya anîye û rojên dijwar, bê tirs ji wê bawerîyê re xwedî derketîye.
Lê niha çi bû? Ji bo çi Mîrê êzdîxanê dibêje, wekî êzdî ne kurd in?
Bûyarên Şengalê, ew ku pêşmerga êzdîyên Şengalê, bi menîya ku çekên wan, yên giran tune bûn, bê xweyî hîştin û ew zulma nedîtî û nebînayî hate serê êzdîya, êzdîxane hejandin. Ew menî nehate bawer kirin. Di seranser dîroka xwe de pêşmerga bêyî çekên giran dijî artêşên xwedîyê çekên giran şer kirine.
Li Kobanî jî çekên giran dest YPG de tune bûn, lê heta îro ber xwe didin.
Kurdên misilman, yên Şengalê, dema êrişa Daîş di malên xwe de man, bi piranîya xwe ve alên Daîş ser xanîyên xwe bilind kirin û hinekan pişgirîya Daîş kir.
Van bûyara tesîreke gelek mezin ser êzdîxanê hîşt. Êzdîxana îro, êdî êzdîxana berî 3 Tebaxê nîne. Êzdîxanê birîndar e û hê jî xwîn ji dilê wê diçe.
Ez bi xwe niha ew kesê berî 3 Tebaxê nînim. Gava ez sala 2012 çûm Şengalê, xema min nîn bû ka kîne berpirsên partî û hukumata Kurdistanê li Şengalê. Lê gava dewsa berpirsê PDK, ku bêyî xelkê agahdar bike, berî gişkan Şengal hîşt û revî, dîsa kurdekî misilman çawan berpirs dişînin Şengalê, ez bawer im bi vê gavê neheqîyê êzdîyên Şengalê dikin.
Licneya ji bo lêkolîna ’xemsarîya’ hinek berpirsan hatibû damezirandin, heta niha agahî nedane û bi bawerîya min ew kesên ’xemsarî’ (minê bigota xayîntî) kirin, hê jî ser wezîfê xwe ne. Êzdî bawerîya xwe bi çi bînin?
Van roja dêlêgasîyonak ji bo komkujîya êzdîya wek genosid bê nas kirin, çû rastî berpirsên NY bê. Ji bo çi di wê dêlêgasîyona de êzdî tunene?
Daxuyanîyên hukumat û seroketîya Kurdistanê dinya ne hejandin, zarîna xwîşka me, Viyan Daxil bû wekî dinya hejand, hewara êzdîya gîhande dinîyaye. Heta prêzdîdênt B. Obama jî got: “Te got kes nayê hewara me, va em hatin hewara we.”
Viyan Daxil hêjayî xelata navnetewî bû, beşdarî gelek konfêrans û civînên navnetewî bû û karibû pirsa êzdîya rast bigihîne cîh. Viyan Daxil endema Parlamênta Îraqê ye, ser lîsta Kurdistanê. Ji bo çi ew di wê dêlêgasîyonê de tune?
Heta kingê pirsên êzdîya wê bêyî êzdîya bêne çareser kirin? Ma ev ne binpê kirina mafê êzdîya ye?
Erê, êzdî kurd in. Lê kurdên êzdî ne! Fermanê serê wan ji bo êzdî bûna wan bûne, ne ji bo kurd bûnê. Di seranser dîroka êzdîyan de ola êzdîya rola here giring lîstîye. Heta îro jî gelek kurdên misilan bi çevekî nêgatîv li ola êzdîya dinhêrin, dijminayê ji wê olê re dikin. Û heta îro jî êzdî û ola wan li Herêma Kurdistanê bi yasayê nayên parastin.
Mellek dikare li mizgevtê bêje: “Êzdî kafirin û kuştina wan helal e.” Û neyê ceza kirin. Mellekî mayîn di têlêvîzîyonê de dikare bêje, wekî êzdîyên têne kuştin, ne şehîdin û naçin buhuştê û kes ji wî re tiştekî nabêje. Ne tenê yasa li Herêma Kurdistanê êzdîya naparêze, lê ber vê neheqîya li êzdîya tê kirin, partîyên kurdaye sîyasî, rewşenbîr û rêxistinên civakî jî bêdeng in. Ev jî derdê ser derda ye.
Heta pirs ew nîne ka êzdî kurd in, yan ne kurdin; mafê êzdîya û ola wan, çawan hemwelatîyên Herêma Kurdistanê, gerek bi yasayê bên parastin. Ji ber ku êrişên ser êzîya û ola wan taybetî ne, ji ber ola wan in, divêt ji bo parastina wan û ola wan jî yasayên taybetî hebin.
Min 8 ê Îlonê gotarek bi navê “Êzdîyên Başûr û koçebî” belav kir. Di wê gotarê de min nivîsî bû: “Ji bo êzdîyên Başûr koçber nebin, seranser êzdîxane berê xwe ji Herêma Kurdistanê neguhêze, divêt ji bo êzdîya programeke hukumata Kurdistanê hebe. Û ew program gerek îro eşkere bibe, sibê wê dereng be”.
Lê heta îro jî tu program tune, tu yasa êzdîya û ola wan biparêze, tune.
Ne tiştekî veşartinê ye, wekî piranîya fermanên serê êzdîya bi destên mîr, beg û şêxên kurdên misilman bûne. Û îro jî jimara kesên bi çavên dijmina li êzdîya û ola wan dinhêrin, ne kêm e.
Gotinên “êzdî kurdên resen in”, êdî têrê nakin. Divêt statûeke deverên êzdîya hebe, êzdî û ola wan bi yasayê bêne parastin. Eger usan nebe, roj bi roj bêbawerîya himberî Herêma Kurdistanê, sîyaseta bi pêk ve jîyanê, wê zêde bibe. Ev bêbawerî qudûmê çokê êzdîya dişkêne, dilê wan ji Herêma Kurdistanê sar dike. Ev bêbawerî ji wan re dibe neçarî.
Û gotinên Mîr Tehsîn Beg, wekî êzdî ne kurd in, qêrîna nêcarîyê ye. Îro vê qêrînê di dilê gelek kurdên êzdî de hêlîn çê kirîye.
Divêt ev qêrîn bê bihîstin, nabe vê qîrîna neçarîyê bi temen, yan jî nexweşîya Mîr Tehsîn Beg re girêdan.
TOSINÊ REŞÎD.
26.10.2014.