Trump û Kim Jong-un li Sîngapûrê dicivin

Meha adarê ji nişka ve, Serokê Emerîkayê Donald Trump, pêşniyara hevdîtinê ya Serokê Koreya bakur Kim Jong-un pejirandibû.
Donald Trump di debarê de twittek belav kir û weha nivîsî. Emê herdû jî, da ku ev, ji bo aşîtiya cîhanî bibe kêlîyeka dîrokî hewl bidin.
Serokê Emerîkayê û yê Koreya Bakur, hetanî berî bi demeke nêzîk jî li himber hev gefên şer dixwazin û daxuyaniyên tund dijî hev didan.
Lê belê di meha sibatê de, hewldanên Koreya Bakur yên xwe nêzîkî Koreya başûr dikir, hişt ku rewş hindekî nerm bibe.
Wezîrê derve yê Emerîka Mike Pompeo dihunê serdana Koreya Bakur kir û berfirehiyên hevdîtina Trump û Kîm zelal kirin.
Piştî hevdîtinê, wekî dilxweşiyê 3 girtiyên hemwelatiyê Emerîka ji girtîgehê serbest hatin berdan.