Va Zincîrên Şevê Şikestin | Helbest | Besam Mistefa

Va zincîrên şevê şikestin
Qels in
Roj û mehên vî welatî
Henase û lêdan
Şev çirayên ronahiyê
Me qest in
Raz in
Mişte raz
Bi rewneqa bayê sibê re
Hest in
Neçe tu deveran
Dever ber bi te ve tên
Rê û rêçik
Deşt û newal
Şar û bajar
Di kûzên me de
Mest in...