Vedîtina Rojgereke Nû Pêk Hat

Vedîtina Rojgereke Nû Pêk Hat

Lêkolîner vedîtina rojgereke nû pêk anîn, rojgera nû hema hema bi qasî roja me germ e. Germahiya li rojgera nû bi qasî 4.300 santîgratê ye û heya vê gavê ji nav koma rojgerên vedîtî rojgera herî germ e.

 

Rojgera nû dişibe Jupiterê û vegotina germahiya li ser rûyê rojgerê jî ev e; ji ber ku KELT-9b pirr nêzikî stêrka xwe ye, ji lewre jî pirr germ e. Li ser rûyê KELT-9byê av, karbondîoksît an jî gaza metanê tune ye û jiyana li ser rûyê rojgerê ne pêkan e.

 

Rojger li beramberê rojgerên din pirr çalak û pirr zû diçerixe, salek wê rojgerê bi qasî danekî(nîvroj) rojgera me ye. Lêkolîner û profesorê esmannasiyê Scott Gaudiyê ji zanîngeha Ohioyê wiha dibêje; "Kûtleya rojgerê û rojgerên din kêmzêde dişibin hev û din, lê ji ber germahiya rojgerê di navbera wê û rojgerên din de cudahiyeke mezin heye. Ji ber germahiyê gav bi gav ber bi tunebûnê ve dimeşe. Lewre stêrka rojgera KELT-9byê du caran ji roja me germtir e û rojgera KELT-9byê roj bi roj dihelîne."

 

Çavkanî: Nature