Vegera Efrînê, vegera bihuşta mirovahiyê | Gelawêj Ewrîn

Kurdên çiyayên Kurmênc di dirêjahiya dîrokê de her dem li beramber polîtîkayên qirrkirin û asîmîlasyonê li ber xwe dane. Bi caran ji xaka xwe bûne lê ti caran dest ji welatperweriya xwe bernedane. Xwe her dem li çiyan girtine û serê xwe li beramber dagirkeran netewandine. Berxwedana Serdemê ya li Efrînê carekedin ev rastiya dîrokî piştrast kir ku xelkên li rêzeçiyayên Kurmênc bi cihe bûne, xwedî rabirdûyeke dûr û dirêj a berxwedanê ne. Çend roj in di nava xelkên me yên Efrînê de ku pirranî li herêma Şehba dimînin, digerim. Rastiyên ji wan fêr dibim gelek in, dersên herî mezin jî rastiya berxwedanê didin mirov.
Di girêdana bi xakê û welatperweriya xwe de gelek in ku mirov heyranî xwe dikin. Ji ber ku ji wê xakê ye, her darek li wan çiyan bi xwêdana eniya wan hatiye çandin. Her bihost wê xwezaya wek bihûştê bi keda destê xwe şîn kirine. Wek ziyaretgeheke pîroz destê xwe li bihost bi bihosta vê xakê gerandine. Bi keda û hezkirina wan ev xak efsûnî bûye, mirov nas bike jî neke jî, hêzek ne diyar mirovan ber bi xwe ve dikşîne. Mixabin min nekarî Efrînê bibînim. Lê belê girêdana xelkê wê, wer lê kiriye ku dibêjim qey ez li wir hatime dinê û parçeyek ji min e. Bayê wê yê hênik li deşta Şehbayê mirovan serxweş dike. Bêhneke gelekî aşîna ye. Di nava kampên penaberan de digerim, rûyê mirovan ji min re nas in, çavê wan nas dikim. Mirovên li Efrînê bawer dikin ku dar, xak, çiya û tevahiya xwezayê xwedî ruh e. Li ser şopa baweriya Zerdeştî ne hêj xelkê Efrînê.
Gelek şervan û xelkên li Efrînê derketibûn, behsa tiştekî dikin. Dibêjin, dema em ji Efrînê derketin, xwezaya wê xakê pejmûrde û çilmisî bûye. Bihuşteke ku bi mirov re diaxive, xwe vedibêje. Gelek kesan digot, sirûşta Efrînê ji ber bombebarana zêde ya faşîzma Erdogan û êrişa hovane, wek ku gazinan bike, li nav çavê mirovan temaşe dikir. Gelek dayik dibêjin, em bêriya darên xwe yên zeytûnan dikin. Balkêş e! Gelek kesên ji ber şert û mercên şer û dagirkeriyê, koçber dibin, daxwazên wan diyar in. Lê koçberên Efrînê yên ji ber êrişa faşîzma Erdogan li Şehbayê di kampan de dimînin, tenê daxwazek wan heye. Dema mirov pirsyar dike ka pêdiviyeke we heye yan na. Dibêjin, pêdiviya me tenê xaka me ye, em dixwazin vegerin ser xaka xwe. Di şert û mercên penaberiyê de mirov li benda bersiveke din e, yan jî mirov dibêje, belkî behsa tiştekî madî bikin. Lê xelkê Efrînê, ne bixwe ne, ew xaka xwe ne, welatê xwe ne û xwe bi wê îfade dikin. Dayik her serê sibê radibin û berê xwe didin rojê û duaya wan a pîroz Efrîn e. Şevê jî zarokên xwe bi wê duayê radizînin. Herdem berê wan li bihuştê ye.
Dayik dibêjin, me sêva qedexekirî xwariye, ji bo wê em rastî xezeba zaliman hatine. Ji bo wê em ji bihuştê hatine derxistin. Helwêsta wan a pîroz û israra wan a ku careke din vegerin bihuşta xwe, di heman demê de têkoşîna li beramber xwedayên zilmê ye. Ev yek têkoşîneke wisa ji rêzê nîne, bi hezarê salan mirovahî bi sûcê ku sêva qedexekirî xwariye, hatiye kolekirin. Vegera ji bo Efrînê wê şikandina tabûyên hezarê salan be. Mirovahî wê vegere ceneta xwe ya esasî û ew ê koletiyê nepejirîne. Vegera Efrînê wê bibe azadiya hemû mirovahiyê û bi taybetî ya jinan ku wek gunehkar tên naskirin û ji civakbûna xwe dûr ketine. Vegera ji bo Efrînê wê îsbat bike ku jin ne gunehkar in û mirovahî êdî wê serê xwe li beramber zilmê netewîne.