Vîdeoyeke dî ya Serokê PKK Evdille Ocelan hate belavkirin

Vîdeoyeke dî ya Serokê PKK Evdille Ocelan hate belavkirin

Vîdeoyeke dî ya Serokê PKK Evdille Ocelan ji aliyê kenala televizyonê ya Dogu Perincek ULUSAL ve hate belavkirin.
Eve demeke ji aliyê vê partî û kenalê ve dîmenên Ocalan yên ku li Imralî hatî tomarkirin, bi awayekî qutkirî têne belavkirin. Olana van videoyan berdewame.
Him di raya giştî ya Kurdan de him jî di raya giştî ya Tirkiyê de, him peyvên di videoyan de, him sedema belavkirina videoyan û gelik xalên dîtir yên encama van vîdeoyan têne axaftin.
Piştî ku KCK di vê mijarê de daxuyanî da û got ku mebesta van videoyan ewe ku pêvajoya aştiyê têk biçe, û di heman demê de diyar kir ku Serokê PKK berê jî ev peyvana gihandibûne wan û heya wan ji vana hene, û mebesta van peyvan ewe ku bang li komarê tê kirin, şevê dî vîdeoya 3. hate belavkirin.

rewanbej.net