Waliyê Kerkûkê li ser dagirkirina Kerkûkê axifî

Waliyê Kerkûkê li ser dagirkirina Kerkûkê axifî



Waliyê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm êrîşên li ser Kerkûkê ji bo Bloomberg vegot.

Li gorî nûçeya K24 ê Necmeddîn Kerîm derbirîye, di êrîşa Hêzên Haşdî Şabî ya li ser Kerkûkê de bi dehan kes hatine kuştin û diyar kir ku wîya bi çavê xwe dîtiye.

Kerim diyar kir ku ew jî di metirsiya kuştinê deye û li himber daxuyaniya Abadî ya, dibêje \"kesek nehatiye kuştinê\" got ku ne raste û ji aliyê hêzên Iraqê û Haşdî Şabî ve, di nava Kerkûkê de bi dehan kes hatine kuştinê.

Kerim di derbarê Pavel Talabanî de jî xalên girîng vegotin.
Kerîm got \"berîya dagirkirina Kerkûkê bi rojekê, Kurê mezin yê Celal Talabanî, Pavel Talabanî, Lahur Talabanî, Aras Cengî lbi nunertîya Fermandarê Hêzên Qudsê yên Îranê ve hatine cem min, êrîşî min kirin. Gotin eger tu dest ji vî helwestê xwe bernedê ji rûdawan ew dê ne berlirsiyar bin.\"

Kerim bang li hêzên nêvdewletî kir û cavgirtina wan û bêdengiya wan bo rewşê sermezar kir.

Necmedin Kerîm got ku dê roja Yekşemê peymanek di beyna Qasim Silêmanî û Hêro Îbrahîm Ehmed pêk bê.

Kerîm got\" Herkes bila vêya bizane, em dê rojekê vegerin Kerkûkê\"