Welatên Rojava mijûlî damezrandina dewletek Kurdî ne

Welatên Rojava mijûlî damezrandina dewletek Kurdî ne

Li gor nivîseke rojnameya Lopeniyom a Fransî niha welatên Rojava bi awayekî dizî mijûlî damezrandina dewletekî Kurd in, her çende niha ev pirs nexistina ejindeyên welatên Rojava, lê belê wesa diyare ku nîşanên pêkanîna vê statuyê buye haletekî êdî nayê paşguh xistin.

Nivîsa ku ji aliyê Dara Ferec ve hate wergerandin û di Pukmedia de jî hate weşandin dibêje weke aşkiraye ku Kurd di ware prensîp ve ku nîşteciye li parçeyekî erdnîgarî ku rûberê xwe dighê nêzîk nîv milyon kilometir di navbera sînorên Îraq û Tirkiyê û Îran û Sûriyê de ku damezrandina dewletekî Kurdî dibe egera hereşeyên berdewam bo asayîşa yek parçeyî ya herêmî ya wan welatan ku ev statu tê de bê damezrandin.

Di nivîsê de dihête gotin ku li Bakûrê Îraqê Kurd xwediyê desthilata herêma xwe ne ku dewlemende bi samana neftê û di hevrikiyek berdewam de ye li gel hikûmeta Îraqê de. Ji ber ku herêm di hewla berdewam de ye bo damezrandina boriya neftê, bi mebesta girêdana rasterast li gel bazarên cîhanî de û di heman demê de bi tankeran neftê diguhêze bo welatê Tirkiyê. Li gor rêkeftina girêbesta li gel kompaniyên mezin yên wek Exxon Mobil û Totalê de kar dike.

Di berdewama nivîsa rojnameya Lopeniyom a Fransî de hatiye gotin ku pêwîste em vê jî jibîr nekin ku Kurd di hewla vegerandina Kerkûkê de ne ku dewlemende bi samanê neftê û eve jî meseleyekî dine ya arîşeya di navbera herêm û Bexdayê de derketiye hole.

Ji aliyekî din ve jî Kurdên li Sûriyê jî di şerê berdewam de ne bo kontrolkirina Bakûrê Rojhilata Sûriyê û çekdar di hewlên wê yekê de ne ku desthilata xwe li ser kêlgehên neftê yên li navçeyên wan de pisepînin.

Bi bê xwesteka xwe Kurdên Sûriyê jî bûne aliyek li tundûtîjiya tayîfî û etnîkî li Sûriyê. Kurd xwediyê hêzên çekdarî yê xwe ne bi sûdwergirtin li piştgîriya serbazî ya herêma Kurdistana Îraqê ku amadebûna xwe bo parastina Kurdên Sûriyê nîşan daye. Ji ber ku navçeyên wan bûne qada hevrikiyên serbazî navbera Kurd û cîhadyên Ereb de.

Di nivîsê de ev pirs cîh digre; Gelo ji niha ve mafê Kurdên Îraq û Sûriyê tune ye bo dewletekî Kurdî ya serbixwe bo parastina wan li hevrikiyên tayîfî yên bê dawî li Sûriyê û Îraqê de?

Me dît çawa du sal berya niha Koşka Spî neçar bû piştgîriya serxwebûna Başûrê Sûdanê bike û Kurd jî niha di heman rewşê de ye. Ma kî dizanê! renge vê care dora Kurdan be.