Wêneyên Çeteyên Erdoxan hatin belavkirin

Wêneyên Çeteyên Erdoxan hatin belavkirin

Wêneyên pasewanên Erdoxanî di medyayê de hatine belavkirin.

16 ê Gulanê dema serokê Tirkîyê Erdoxan serdana Emerîka kiribû, ji aliyê hejmarek xwepêşander ve li pêş konsolxaneya Tirkîyê ya Waşîntonê hatibû şermezarkirin. Di dema vê şermezarkirin û xwepêşandanê de parêzvanên Erdoxan êrîş biribûn ser xwepêşanderan.

piştî dîmenên vê êrîşê belav bûn ersa raya Emerîka giertine ser xwe û yekser rayedarên dade ketin nava lêgerîn û lêpirsînê.

di encama lêpirsînê de li gorî dîmenên belavbûyî saziyên dadwerî biryara destgirkirina van kesên êrîşker wergirt.

Dihunê Serokê Şaredariya Waşîntonê Muriel Bowser civîneka rojnamevanîyê lidar xist. Di vê civînê de diyar kir ku ev êrîşa pêk hatî dijî nirxên Emerîkayê û di encama lêkolînê de du kes hatine girtin. Bowser diyar kir ku bi xêra teknîkê berfirehîyên bûyerê aşkere bûne.

Di civîna Rojnamevanîyê de Rêberê Polîsê Waşîntonê jî mafê axaftinê girt û yek yek navê parêzvanên Erdoxanî xwendin. diyar kir di dema ketina wan ya Emerika de dê yekser bêne girtin.

Serokê Polisan bang li tawanbarên Erdoxanî kir û got eger hun bi xwe û mafdarbûna xwe bawerin werin xwe radestî dade bikin. 

\"\"