Wezareta Navxweyî; Deriyên Herêma Kurdistanê bo Kurdên Rojava vekirîne

Wezareta Navxweyî; Deriyên Herêma Kurdistanê bo Kurdên Rojava vekirîne

Piştî nûçeya ku di kanala Rûdaw de derket û di nûçeyê de li gel hindek Kurdên Rojava hevpeyvîn hatiye pêkanîn û di vê hevpeyvînê de hatiye diyarkirin ku ji bo derbasbûna Başûrê Kurdistan astengî têne derxistin, di rûpelê Hikumeta Herêma Kurdistanê de ji bo vê yekê daxuyanî hate dayîn û hate diyarkirin ku deriyên Herêma Kurdistanê ji bo Kurdên Rojava vekirîne. Di rûpelê Hikumetê de bi vî rengî daxuyanî hate dayîn.

Di çend rojên borî de kanla Rûdaw di nûçeyên xwe yên  taybet bi Rojhilatê Kurdistanê reportajek li ser jiyana hijmareke malbatên kurdên Rojhilat li ser tixûbê navbera Îraq û Urdinê di rewşeke gelek nearam de jiyana xwe derbas dikin û li gor Rûdawê wan malbatan daxwaz kiriye ku, biçin herêma Kurdistanê lê belê herêma Kurdistanê rê jê re neda ye.

Li dor wê nûçeya kanala Rûdawê, wezareta navxweya herêma Kurdistanê ev daxuyaniya li jêr weşand:

1- Ev çend salin hijmareke penaberên Rojhilata Kurdistanê li kampekê nêzîkî bajarê Romadî (rojavayê Îraqê) hatîne akincî kirin û piştî jinavçûna rijêma Basê, beşek ji wan penaberan hatin herêma Kurdistanê û bi germî pêşwazî li wan hat kirin û hikûmeta Kurdistanê ew li kampa Kawe nizîk nahiyeya Quştibe  a ser bi Hewlêrê ve akincî kirin.

2- Ew malbatên nexwestin biçin herêma Kurdistanê bi wê hêviyê bûn ku, biçin dervey Îraqê û bi rêya rêxistinên ser bi Neteweyên Yekgirtî ve li kampa Altaş hatin akincî kirin û beşek jê jî hinartin welatên Ewropa û Austiraliyayê û mafê penaberiyê li wan welatan wergirt û yên din jî li benda bersiva UNHCR dikin da wan jî weka penaber bo welatê sêyem bişîn in.

3- Deriyên hikûmeta herêma Kurdistanê, weke hertim, li pêşiya wan hevwelatiyên birêz yên Rojhilata Kurdistanê vekirîne û her dema wan xwest bihên herêma Kurdistanê, hikûmeta herêma Kurdistanê li gor rênîşanderên ofîsa koç û koçberan û bi rêyên qanûnî li herêma Kurdistanê  akincî bike û wek yên pêşiya wan hatîn dê rêz û hurmet ji wan re jî bê girtin.

 

Çavkanî: KRG.