Wezareta Pêşmerge daxwaza cîbicî kirina pêdiviyên peymanan dike

Wezareta Pêşmerge daxwaza cîbicî kirina pêdiviyên peymanan dike

Wezerata Pêşmergeyan ya hikumeta herêma Kurdistanê diyar kir  ku ew hêvîdarin di vê demê de aloziya di navbera herêmê û Bexdayê bi hevdîtinên dihêne kirin ji holê rabe û hikumeta Bexdayê pêdiviyên peymana sala 2007’an pêk bihîne.

Sekrterê giştî yê wezerata Pêşmerge Cebar Yawer di daxuyaniyekê de ji bo rojnemaya El-Heyat ya Londonî diyar kir ku di demên bihurî de bo çareserkirina pirsgrêkên di navbera Bexdad û Hewlêrê de peyman û nexşerê hatine amade kirin. Yawer got: ’ji 2006’an û vir ve gelek komîte hatine avakirin û van komîteyan gelek lokîlîn kirine û pêşniyaz amade kirine. Lê mixabin encama xebatên komîteyan tenê bûne dosya û li ser refikan mane. Yawer diyar kir ku tenê pêngavek hatiye avêtin ew jî eve ku êdî alî şerê hev yê çapemeniyê nakin.

Yawer di berdewama axavtina xwe de balkêşa serdana serokê herêma Kurdistanê Mesût Barzanî ya ji bo Bexdayê û diyar kir ku ew ji aliyê xwe ve hêvîdare ku di demek nêzîk de ev pirsgirêk çareser bibin û ji hikumeta Bexdayê jî xwest ku pêdiviyên peymanan bi cîh bihînin.