Wezîrê karê derve yê Misirê dest ji kar kêşa

Wezîrê karê derve yê Misirê dest ji kar kêşa

Qeyrana siyasîya li Misirê kûrtir dibe. piştî destpêkirina xwepêşandanên nû û arîşeyêmsiyasî û her wehe bangawaziya artêşê vê carê jî wezîrên hukumetê yek bi yek dest ji kar dikêşin. Ajansa fermî ya nûçeyan a Misirê (MENA) ragehand ku wezîrê karê derve Muhemmed Kamil Amir dest ji kar kêşaye. her çend ajansa MENA egera dest ji kar kêşanê aşkera nekiribe jî dihête îdîakirin ku sedema dest ji kar kêşana Amir rûdanên dema dawî yên li Misirê ne.

Di gel dest ji karkêşana Amir hejmara wezîrên ku di hukumeta Misirê dest ji kar kêşan gehişte pêncan. Doh jî wezîrê Jingehê yê Misirê Xalid Fehmî, wezîrê ragehandinê Atif Hilmî, wezîrê geştûguzariyê Hişam Zazû û serokê meclîsa Misirê û berpirsê karên hiqûqî Hatim Bacatû dest ji kar kêşabûn.

Çav li rê ye ku di dewsa wezîrên dest ji kar kêşane yên nû bihêne diyar kirin.