Xalê Mehemed koça dawî kir

Xalê Mehemed koça dawî kir

Xebatkar û tekoşerekê bê nav û bavê çar şervanên şehîd, Mehmet Haran bi navê din Xalê Meheme çû ser dilovaniya xwe.

Xalê Mehemedê 92 salî ji gundê Huseynîka navçeya Lîceya Amedê ji dayîkbû. Xalê Mehemed tekoşer û xebatkarekê doza azadiya Kurdistanê bû û her weha 4 kurên wî di nava refên gerîlayan de şehîd bibûn. Li Kurdistanê di salên giran yên şer de Xalê Mehemed bêyî tirs û bi fedekariyek mezin têkoşiya. Piştî ku gundê Huseynîkê di sala 1994’an de ji aliyê artêşa Tirk ve hate şewitandin, Xalê Mehemed bi malbata xwe ve koçî bajarê Amedê kir. Ewî hemîşe evîneke mezin ya azadiyê di dilê xwe de hewand û da dora xwe jî. Ji ber vê dildariya xwe ti caran xwe neda paş. Her weha Xalê Mehemed du salan jî di zîndanan û di bin îşkenceyan de ma.

Tekoşer û welatperwerê mezin Xalê Mehemed doh li mala xwe ya Amedê, koça dawî kir. Termê wî li Mizgefta Yenîkoyê hate şuştin û li Goristana Yenîkoyê sipartin axê.

Rewanbej.net