Xanima dengbêjê beyt-serhatîyan Egîtê Têcir çû ser dilovaniya xwe

17-ê kanûna paşin (17.01.2015) di 93-salîya temenê xwe da xanima dengbêjê beyt-serhatîyan Egîtê Têcir çû li ser dilovanîya xwe. Meytê Goza Heso li goristana êzîdîyan ya li rex bajarê Îjêvskê (Rûsya) îro,19-ê kanûna paşin (19.01.2015), bi rê-rizma netewî, bi erf-edetên êzîdîyan sipartine li ax-berên sar…
Du roj berê, hetanî deqa dawî Goza Heso li ser hişê xwe bû, ew li ser milê lawê xwe Keremê Egît çû li ber rehma Xwedê… Wek pêşîyên me dibêjin, pê bû û gor bû, nekete li ber destan…
Bi rastî, xanimeke kurmancî ya bi lûtfê êzîdîyan konê xwe ji nava konan bar kir û çû li ser heqîya xwe…
Gelek deverên Rûsyayê hewarî hatibûn û yefa xwe vê dayîkê danîn, li ser timtêla wê, dilrehmî û gilî-gotinên wê, şîret-temî û şîrhelalîya wê deng dikirin, lê dîsa navê malxwê wê–dengbêjê naskirî Egîtê Têcir bîr danîn…
Dema meytê xanima Egîtê Têcir– Goza Heso ji mal derxistin û berbi mala wêye dawî birin, dû stranê malxê wê yên bengîtîyê–«Mem û Zîn» û «Dîlber canê» dane li ser…
Prîskê Mihoyî.
19.01.2015.