Xebatên Li Ser DNAya Mûmyayê

Xebatên Li Ser DNAya Mûmyayê

Lêkolînerên cihêreng bi xebata xwe ya li ser mûmyayên Misirê karekî pirr girîng pêk anîn. Ji bo cara pêşin wergirtina DNAya hestî û diranên mûmyayê pêk hat. Ji analîza li ser jêmayiyên mûmyayê hatiye dîtin ku merivatiya Misiriyan û neteweyên din ên ji başûr-rojavayê Asyayê heye.

 

Koma pisporên navneteweyî xebatên xwe li ser 151 mûmyayên ji Abusir el-Melek, ciheke li tenişta çemê Nîlê ye, pêk anîne. Xebatên li ser hestî û jêmayiyên mirov û wergirtin û analîzkirina DNAya jêmayiyên mirov zû bi zû pêk dihêt, lêbelê lêkolîner heman prosesê nikarin li ser mûmyayên Misirî pêk bihînin. Ji ber ku hewaya li Misirê pirr germ û nema di hewaya pîramîdan de jî zêde ye, piştî pêkanîna prosesa kîmyewî ya li ser mûmyayê, genetîka mûmyayê xesar dibîne û hema bêje tiştek jê bernamîne.

 

Lêkolîner Johannes Krauseê ji Max Planck Institute for the Science of Human History a li Jenayê ye wiha dibêje; "Xebatên berê li ser raçînka nerm ya mûmyayê pêk dihat. Lê me xebatên xwe li ser hestî û diranên mûmyayê pêk anî û em pirr kêfxweş in ku me karekî wiha girîng pêk aniye, lewre me encamên pirr girîng û baş bidest xist."

 

Lêkolîn li ser mûmyayên ji sala 1400 beriya Zayînê heya sala 400 piştî Zayînê pêk hatiye. Lêkolîner biserdikevin û mîtokondriyal-genoma nod mûmyayê ji nû ve rêzdikin û bitenê pêşiyên mê yên nod mûmyayê vedibînin. Ji mîtokondriyal-genoma sê mûmyayê jî dikarin tevahiya pêşiyên mûmyayê vebibînin.

 

Dema lêkolîner destpê xebata xwe dikin, armanca ewil tespîtkirina bandora şer û dagirkeriya Îskenderê Mezin û hin hêzên din li ser genoma şêniyên Misirê bû. Ji analîzên lêkolîneran dihêt dîtin ku têkiliya Misiriyên wê serdemê û neteweyên ji başûr-rojavayê Asyayê, Ewropayê û Anatoliyayê bi hev re hebûye.

 

Maarten Raven, berpirsiyarê beşa Misirê ya ji Rijksmuseum van Oudheden (Mûzeya Mîrateyên ji serdema Navîn) ya li Leidenê ye wiha dibêje; "Em jê agahdar bûn ku tekiliya hemwelatiyên Misirê bi neteweyên din yên ji başûr-rojavayê Asyayê hebû. Hejmara Asyayiyên li Misirê û Misiriyên li Asyayê gellekî zêde bû. Dîsa me dizanibû ku Misirî, bakurê Sûdanê dagirkiribûn lê xwe ber bi başûr nehatibûn. Nivîsar û delîlên arkeolojîk jî ji me re zanyariyên girîng diyar dikirin lêbelê heya vê gavê ji aliyê zanistê ve ev yek nehatibû peyitandin."

 

Çavkanî: Nature Communications