Xelata aşîtiyê ya Orhan Dogan bo Kardeş Turkuler hate dayîn

Xelata aşîtiyê ya Orhan Dogan bo Kardeş Turkuler hate dayîn

Birêkxistina Xelata aşîtiyê ya Orhan Dogan li Stenbolê pêk hat.

Xelata ku ji bo bîranîna Rewşenbîr û Siyasetmedarê Kurd Orhan Dogan ku sala 1994 ê ji ber rawestîna dil koça dawî kir, li Stenbolê bi beşdarbûna gelek siyasetvan û rewşenbîr pêk hat. Ji bo xelata aşîtiyê, Wekîlên Partiya Demokratî û Aşîtiyê Gulten Kişanak, Pervin Buldan, Sebahat Tuncel, Ertugrul Kurkcu, Sirri Sakik, Hasip Kaplan, Nivîskar Yaşar Kemal, Rojnamevan Ahmet Hakan, Sedat Ergin, Nuray Mert, birayê Hirant Dink Orhan Dînk û kesên vexwendî beşdar bûn.

Berdevkê demê yê Meclîsa Aşîtiyê ya Tirkî Hakan Tahmaz axaftina vekirinê kir û li ser sextî û zehmetiyên dayina xelatê nêrînê xwe derbirî. Bi taybet ji ber parçebûn û rikeberiya encama vî şerê çil salê da wî diyar kir ku di biryardanê de jî gelik zehmetî tête kişandin. Hakan Tahmaz li ser pêvajoya aşîtiyê ya dawî jî rawesta û hêviyên xwe yên ji bo aşîtiyê anî ziman.

Serokê Jurîya xelatê Prof. Ayşe Soysal jî sedemên ku xelatê didin koma -Kardeş Turkuler- anî ziman û di axaftina xwe de li ser zehmetiya pêkanîna aşîtiyê û nirxê wê rawesta. Diyar kir ku bi hilbijartinê û radanê pir ve biryar hatiye dayîn ku xelat ji bo koma muzîkê -Kardeş Turkuler – bête dayîn.

Xelat ji aliyê Nivîskar Yaşar Kemal ve ji bo kardeş Turkuler hate dayîn.

 

rewanbej.net