Xelefê Zêbarî wefat kir

Rojnamevan, helbestvan û bêjerê deng zelalê radyoyên Dengê Kurdistan û para Kurdî ya Dengê Amerîkayê Xelefê Zêbarî piştî xebateka dûr û dirêj îro li bajarê Washington a Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê wefat kir.
Jiyan nameya Xelef Yasîn Nîmet Zêbarî
- Roja 01-07-1948\'ê li gundê Baniyê ser bi nahiya Dînartê li qeza Akrê ji dayik bûye.
- Di sala 1955-1956\' ê da li xwendingeha gundê Nibaxiyê ser bi nahiya Dînartê xwendiye.
- Di sala 1961-1962\'ê li Akirê xwendina xwe berdewam kiriye û piştre di sala 1962-1963\'ê li bajarê Mûsilê xwendina xwe ya navendî bi dawî aniye.
- Di sala 1971\'ê da xwendina xwe ya li zanîngeha Mûsil bi dawî aniye.
- Di sala 1972\'ê weke fermanber li kargeha zeytê li Hewlêrê hatiye damezirandin û piştire hatiye veguhastin bo bajarê Rumadî û ji ber sedemên siyasî di sala 1973\'ê vegeriye mal li gundê Sîlan a ser bi qeza Akrê.
- Di sala 1974\'ê di beşa kurmacî ya ku li radiyoya kurdî ya Dengê Kurdistanê hatibû zêde kirin dest bi xebatê dike, baregaha radyoyê li Gelale ya ser bi nahiya Rewandizê bû.
- Di sala 1975\'ê û piştî têkçûna Şoreşa di bin serokatiya Mela Mistefa Barzanî da awareyê welatê Îranê dibe.
- Di sala 1978\'ê çûye Amerîkayê.
- Di sala 1991\'ê li beşa kurdî ya radyoya Dengê Amerîka dest bi xebatê dike û heya sala 2013\'ê berdawam dibe, di heman salê da bi sedema nexweşiyê û du niştergeriyan tê xanenişîn kirin.
- Zêbarî pitûkeke helbestan Bi navê \"WARÊ ŞÊRA\" heye û pirtûkeke wî ya din ji bo çapê hazire.