Xeribiya Xopan | Helbest | Seyfedînê Welekorî

Xeribiya Xopan | Helbest | Seyfedînê Welekorî

Ax xerîbi’ya xopan Çawa li ser hêviyên min da bûyî tarî 

Li ber çevê min tu wek koza agirî
Tu nizanî dilê min çima wer digirî
Cîhê ku ez jê hatim dêl baranê va
Derd û kul û xem li dibarî 
Li min qelibî birîna bê’kesa

Ax xerîbi’ya xopan
Ketim nav kuçe û kolanê teyê zûr
Bûne hevalê min şevê bi kîn û kûr
Ji min ra lêdikirin wan hesretên dûr
Ez diristim wek rîsê ser teşîya hûr
Ne dibûme ta û bend ne jî hebûr
Limin qelibî terîya bê’kesa
 

Ax xerîbi’ya xopan 
Bûyî tarîya şevê bêbext li pey min direvî
Te bîn li min çikandiye çi bi gef û gurî
Hesreta welat ji nava dilê min difirî
Ji min ra hertim derd û kul û êş û zarî
Te çi bi min kir ez bûm axa parî parî
Li min qelibî şeveqa bê’kesa