Xeta Kurdistan -Tirkiye rêya serxwebûnê vedike

Xeta Kurdistan -Tirkiye rêya serxwebûnê vedike

Umer Ehmed

Malpera oil-price a taybet bi petrol û gazê, di raportekê de behsa wê yekê dike ku Tirkiye bi bêdengî û veşartî pêgeha xwe di pîşesaziya petrola Herêma Kurdistanê de xurt dike.

Tirkiye, da ku girêdana xwe bi xaza Rûsya û Îranê ve kêm bike û li jêr guşara van welatan rizgar bibe, hin bi hin tê nav pîşesaziya petrola Kurdistanê. Ji bo pêkanîna vê stratejiya nû, ku Bexdayê gellekî dilteng dike, Tirkiyeyê di çend mehên borî de ji bo gerr û dîtina petrolê li Herêma Kurdistanê kompanyayeke nû ya petrolê damezirand, ku hikûmeta vî welatî piştgiriya wê dike. Pişkdarên vê kompanyaya nû kompanyaya petrola hikûmî ya Tirkiyeyê TPIC û kompanyaya hikûmî BOTAS in, ku ligel kompanyaya Exxon Mobil a amerîkî li zeviyên petrola Herêma Kurdistanê çalak û hevbeş in.

Kêmbûna enerjiyê li Tirkiyeyê wiha kiriye ku ev welat jî li beramber her bûyereke derve û her şokekê, ku buhayê petrol û gazê bilind dike, gellekî hesas û lawaz be. Pêwîstiya Tirkiyeyê ya bi enerjiyê sal bi sal zêdetir dibe, lewma bi xurtî hewl dide ku buhaya kirrîna enerjiyê kêm bike.

Jêdereke nêzîk ji kompanyaya TPIC ji Reuters re ragihand: “Dema ev kêmaniya te ya zêde ji enerjiyê hebe û ev jêdera mezin bi rastî li wî aliyê sînor hebe, tu nahêlî ne Bexda û ne ti aliyê din rêgiriyê li ber hilberîna te li vê deverê bikin.” Pêwîstiya Tirkiyeyê bi enerjiyê wiha kir ku Enqere metirsiyên sarbûna pêwendiyan ligel Bexdayê qebûl bike, ku herdem veberhênerên derve agahdar dike ku ligel Herêma Kurdistanê kar nekin, ji ber ku tirsa wê heye ku bi xurtbûna Herêma Kurdistanê Îraq ber bi dabeşbûnê ve here.

Mamosteyê zanîngehê û şarezayê petrolê, Dr. Hawrê Mensûr Beg, di warê guhertina nêrîna Tirkiyeyê derbarê Herêma Kurdistanê de dibêje: “Pêwîstiya Tirkiyeyê bi enerjiyê hokara sereke bû ji wê yekê re ku ev welat pêwendiyan ligel Herêma Kurdistanê ji aloziyan ve veguherîne hevpeymaniyeke stratîjî ya demdirêj.” Li gor Dr. Hawrê, pêwîst e jêderên petrol û gaza Herêma Kurdistanê bi projeyên veguhestina petrol û gazê bên girêdan, ku di axa Tirkiyeyê re derbas dibin û petrola welatên perava deryaya Qezwînê vediguhêzin Ewropayê.

Li gor malpera oil-price, bi bidawîbûna hêla petrola Herêma Kurdistanê bo Tirkiyeyê wê rojane 200 hezar bermîlên petrolê yekser bo Tirkiyeyê bên şandin. Ajansa Reuters dibêje mebesta Herêma Kurdistanê ji damezrandina vê hêla petrolê bo Tirkiyeyê bidestxistina serxwebûnê ye ji Bexdayê.

Li gor raportên dawî yên kompanyaya DNO, ku hevbeş e ligel kompanyaya tirkî-îngilîzî Genel Energy li zeviya Tawkê, ji bo bidawîbûna vê hêlê tenê çend kîlometre. Rêveberê giştî yê kompanyaya DNO li Kurdistanê, Nicholas Atencio, ji Reuters re ragihand ku hêla Herêma Kurdistanê tenê çend sed metreyek maye bo wêstgeha Pompage a Pêşxabûrê, ku tenê 5 km ji sînor dûr e.

Ev hatina Tirkiyeyê bi bêdengî bo nav pîşesaziya petrola Herêma Kurdistanê hevdem e ligel pêşxistina hewlên aştiyê ji bo çareserkirina kêşeya kurdî li vî welatî, ku bi dirêjiya 30 salên borî kêşeya sereke ya vî welatî bû.

Rudaw