Xortê Kurd di nava hêza asmanî ya Iraqê de pêşdene

Xortê Kurd di nava hêza asmanî ya Iraqê de pêşdene

Berpirsên kurd hêvîdar in ku bi heman awayê salên borî xortên kurd pêşwaziya vê bangewazê bikin ku hêza ezmanî ya Iraqê belav kiriye û dozê li xortên Iraqê dike ku pêwendiyê bi hêza ezmanî re bikin. Efser Azad Ibrahîm Şalî di wê baweriyê de ye ku niha Kurd “xwedî roleke girîng in di nav hêza ezmanî ya Iraqê de.”

Bi baweriya Azad, di dîroka Iraqê de, bi qasî niha Kurd ji aliyê hejmarê ve beşdarî wê hêzê nebûne ku bi dirêjiya 30 salên serdema Saddam Husên bêhtir bi rêya vê hêzê gund û bajarokên wan pêrgî wêrankariyê bûne û dibêje ku piştî 2005ê dest bi pêkanîna hêzên ezmanî bûye. Azad dibêje ku ji pêvî ku Kurd ku awayekî gellekî beşdarî wê hêzê bûne, herwiha “20 firokevanên me yên çalak jî hene.”

Weke ku efserê lojistîkî Azad Şalî behs dike, piştî 2007ê 3 rahênerên kurd pêgihîştin. Niha jî xwendekar rahênan dikin: “Yek ji wan mamosteyê rahêneran e, ji hêza Silêmaniyê. Ji aliyekî din ve 4 efserên me yên firokeyan hene. Li leşkergeha Tacî li Bexdayê 24 Kurd xwendekarên firokevaniyê ne, 7 kesan ji wan ji bo firokevaniya helîkopterê destûr wergirtine. Niha firokevanên me yên helîkopterê di warê ezmanî, radar û warên din de hene.”

Ragihandina nû ya hêza ezmanî ya Iraqê, ku ji bo Rûdawê hate şandin, dozê li xortên Iraq û Herêma Kurdistanê dike ku pêwendiyê bi vê hêzê re bikin, bi mebesta xwendinê di warê firokevaniyê de. Ewên ku pileya cîgirê efserê teknîkî werdigirin, divê ev merc li cem wan peyda bibin.

Regeznameya wî ya Iraqî hebe û ji dayik û bavekî Iraqî be. Temenê wî ne kêmtirî 18 salan be û ne bêhtir ji 25 salan be. Divê bawernameya wî ya amadeyî hebe (zanistî, wêjeyî). Divê buhayeke wî ya bilind ji aliyê exlaqî ve hebe. Divê hemû mercên karîna laşî li cem hebin. Nabe di lîsteya wergîrên artêşê de be, yan fermana karmendkirina wî di artêşa niha de hebe. Nabe ji aliyê dadgehê ve tawanbar be li ser tawan, karên terorîstî û şerefê. Herwiha ew kesên ku pêwendiyên wan bi asayişa navxwe û derve re hene.

Roja 3ê Mijdara 2010ê ahenga derçûna 158 xwendekarên hêza ezmanî ya Iraqê birêveçû. 24 ji van xwendekaran Kurd bûn û bûne firokevanê helîkopterê. Bi baweriya efserê firokevan Kemal Berzencî, xortên Herêma Kurdistanê û navçeyên çiyê bêhtir ber bi vê bangewaziyê ve diçin “ji ber ku çalak û zîrektir in.  Her li gor naskirina cografîk ya cihên wan ji aliyê laş ve jî xurttir in û bêhtir jî fêr dibin.”

Rêjeya neteweyan

Li gor encûmena nûnerên Iraqê, pişka beşdarbûna di nav hêza ezmanî ya Iraqê de li gor neteweyan diyarkirî ye. Şîî 45 ji sedî, Sunne 25 ji sedî, Kurd jî 25 ji sedî û neteweyên din jî 5 ji sedî distînin. Lê Azad Şengalî dibîne ku di hemû xulekan de “Kurd bi xwe xwedî mal in”. Li vê gorê Kurd ji destpêkê ve bûne şareza di bingehkirina vê hêzê de. Niha jî Kurdek berpirs e.

Piştî ku xwendekarên firokevaniyê tên werdgirtin, salekê li kolêje leşkeriyê dixwînin, da ku bibin efserên peyeyan. Piştre diçine dewra taybet ya fêrbûna zimanê îngilîzî û kompyûterê li peymangeha amerîkî li Bexdayê. Pêwîst e di van dewran de biserkevin, da ku qonaxên din bibirin û di qonaxa sêyem de waneya endazyariya firokevaniyê bixwînin.

Ev berpirsê kurd dibêje ku her di warê firokevaniyê de 8 firokevanên kurd hene ku di warê “firokevaniya şerê terorê de kar dikin. Herwiha niha 14 xwendekarên din ên kurd li koleja ezmanî ya Tekrîtê dewam dikin. Li Hebaniyeyê jî koleje firokevaniyê vebûye û em dixwazin xwendekarên kurd bişînin wê derê.”

Wek wî berpirsê kurd behs kir, niha li ser asta hemû Iraqê firokevanekî kurd, ku ji Germiyanê ye, bi pileya yekem biserket û ji bo Brîtanyayê hate şandin, da ku xwendina xwe berdewam bike. Di dema vegerê de jî wê rahêner û wanebêj be: “Herwiha 2 efserên me yên din bi pileya bilind di vê artêşê de hene. Di warê firokevaniyê de jî, cihê kêfxweşiya me ne.”

 

Newzad Mehmûd / Rûdaw