Beriya Referandûmê bi demeke nêzîk ji bo Şengalê daxuyaniya xweserîyê hate dayîn

Beriya Referandûmê bi demeke nêzîk ji bo Şengalê daxuyaniya xweserîyê hate dayîn

Îro bi navê \"Meclîsa xweseriya Demokratîk\" civîneke rojnamevanîyê hate lidarxistin. Di civînê de ragihandina destpêkirina karên \"Xweseriya Demokratîk\" pêk hat. Li gorî nûçe û xalên civînê yên di ANF de hatî belavkirin, di ragihandinê de li ser fermanên êzîdîyan bi taybet li ser fermana dawî ya sala 2014 ê daxuyanî hate dayin. Di nûçeyê de weha hate gotin. 

 

Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Hisên Hecî Nefso û Riham Baqî Hico, li Xanesor, li Meydana Laleşê daxuyaniyek dan û hate gotin, ‘’Ji bo me Êzîdiyan Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an fitlonekeke. Êdî gelê me ti caran wê hebûna xwe bi dest hêzeke dî ve bernede. Ji bo careke dî ferman li me ranebin jiyaneke Bi Xweseriya Demokratîk dixwaze’’

Di nûçe û daxuyaniyan de Referandûma Serxwebûna Kurdistanê û derveyî PKK, Şerê hêzên Kurd yên dijî DAÎŞ ji bo Şengalê cih negirt. 

Xalên wekî nexşa Xweseriya Demokratîk weha hatine rêzkirin. 

 

JI BO XWESERIYA DEMOKRATÎK NEXŞERÊ Û RÊGEZÊN BINGEHÎN

1-Di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî de avakirina Komîsyona Xweseriya Êzidxanê, di komîsyonê de Iraq, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, PKK û Federasyona Demokratîk ya Bakûrê Surye nûnertiya xwe bibîne.

2- Di bin çavdêriya vê komîsyonê de bi tevlîkirina delegeyên meclîsa Gel ya Êzidxanê ya niha li ser kar, tevayî civatên Êzidiyan, bawermend û oldarên Êzidî, nûnerên jin û ciwanan, nûnerên ji civak û baweriyên cûda yên di sinorên Êzidxanê de dijîn (ji derveyî kesên destê wan di xwîna Êzidiyan û fermanêde heyîn) bi qasî jimara têr dike avakirina Meclîsa Gel ya Êzidxanê û ev meclîs weke Meclîsa Damezrêner bi xebite.

3. Di bin fermandariyek hevbeş de yekkirina hêzên YBŞ’ê û civata Êzidiyên Cûda û bi vî rengî avakirina Hêza Parastina Cewherî û ev girêdana vê hêza parastina cewherî bi Meclîsa Gel ya Êzidxanê ve.

4-Hêzên polîs û asayişê, ji hêla desteya parastinê ya ji desteya rêveber a Meclîsa Gel de were avakirin were saz kirin û were bi rêvebirin.

5-Ji bo danîn û meşandina peywendiyên gelê Êzidî bi Iraq, Hikûmeta Herêma Kurdistan, dewletên derve, saziyên navnetewî, herwiha partî û rêxistinên eleqeder, li ser bingehê bidestxistina jiyanek azad û demokratîk ya Xweseriya Demokratîk a Êzidxanê di nava meclîsê de avakirina Komîteyek Dîplomasî ya girêdayî desteya rêveber.

6- Di nava meclîsa Êzidxanê de ji bo di qadên weke tenduristî, perwerde, çand, aborî, bazirganî, sîstema dadwerî xebat meşandinê avakirina desteya rêveberan. Ev xebat tenê ji hêla Meclîsa ji van herêman hatî avakirin were bi rêvebirin.

7- Di bingeha rêgezên demokratîk û nirxên civakî yên Êzidxanê de çapemenî bi şêweyek serbixwe tê rêxistin kirin. Pirsgirêkên girêdayî çapemenî ji hêla sazî û meclîsên ji endamên çapemenî hatin avakirin ve tên çareser kirin. Meclîsa Êzidxanê bi mercê wekhev parvekirinê her sal qasiyek pere ji bo çapemenî cûda dike.

8- Her navçe û nahye pêwîst e ji hêla meclîsên herêmî ve werin rêvebirin. Çêkera meclîsê beşek bi hilbijartina giştî û wekhev, beşek jî ji nûnerên sazî û rêxistinên demokratîk yên li ser bingehek demokratîk hatin hilbijartin pêk tê. Tevayî biryarên herêmê eleqeder dikin ku tevayî Êzidxanê eleqeder nakin ji hêla vê meclîsê ve tên girtin. Karên her navçe û nahye ji hêla desteya rêveber ya ji nava van meclîsan were bijartin tê rêvebirin.

9- Ji her nêrînê rêxistinbûn û hizra siyasî bi serbixwe tê rêxistinkirin û ev rêxistinbûn dibin misogeriya meclîsan û desteya rêveberîde pêk tê. Her çewisandinek li ser rêxistinbûn û ramanên siyasî dikeve dorpêça seza yan ji suc de.

10- Di tevayî qadên xebatê de bi xweser rêxistinbûna jin tê pêkanîn; di mijarên tenê jinan girêdide, rêxistinbûnên jinê bi xwe û ji hêla meclîsên jinan ve biryar tê dayîn.

11- Di tevayî komîn û meclîsan de herî kêm qoteya % 40 ya cihgirtina jinan tê pêkanîn. Ciwan jî di meclîsan de herî kêm %15 nunertiya xwe dibîne.

12- Di meclîsa Êzidxanê de, li gorî pêwîstî qota ji bo kesên oldar yên Êzidî tê cûdakirin. Ev qota jî bi sîstema hilbijartina pêwîst tê şandina meclîsê.

13- Piştî Meclîsa Gelê Êzidxanê rolê xwe yê meclîsa avakere leyist, li gorî zagona hilbijartinê bi hilbijartinên pêk were tê nûkirin. 

14- Ji % 65 hem endamên Meclîsa Êzidxan hem ji endamên meclîsên navçe û nahyeyan bi dengê giştî, %35 jî ji nûnerên sazî û civakên rêxistinkirî yên bi hilbijartek demokratî hatin diyar kirin pêk tê.

15- Meclîsa Gel a Êzidxanê, piştî rolê xwe yê damezrêner leyistin, wê ser çawabûna têkiliyên xweseriya demokratîk (Muhafaza La Merkezî) ya di Êzidxanê de were avakirin bi Hikûmeta navendî ya Iraqê û Başûrê Kurdistanê re, di encama danûstandinên bi hêzên cûda ya komîsyona xweseriya Êzidxanê were diyarkirin. Ger di hevdîtin û danûstandinan de lihevkirinek pêk neyê, biryara gelo wê Êzidxan bi Rêveberiya Hikûmeta Navendî ya Iraqê yan bi Hikûmeta Herêma Kurdistan yan ji rêyek siyem ya ku çareseriyek din were pêşxistin, wê bi referandumek demokratîk diyar bibe.

16- Piştî zelalbûna çawabûna têkiliyên çêkera xweser ya Êzidxanê li gel Hikûmetên têkildar, bê kû dest li cewherê xweseriya demokratîk (Muhafaza La Merkezi) ya li Êzidxanê pêkhatî were dayîn, bi şêweyek rêgezên jiyana siyasî û civakî li gel giştî Iraqê û Federaliya Başûrê Kurdistanê ne nakok bin, bi hinek gûherînan tê rewşek guncaw û hevseng.

17- Ji derveyî mijarên raste rast Êzidxanê eleqeder dikin, di mijara kiryarên weke aborî, dîplomasî û parastinê yên giştî Iraqê eleqeder dikin, wê di çarçoveya destûr û zagonên bingehîn yên Iraq û Başûrê Kurdistanê de tevger kirin çêbibe. Lê di tevayî nûnertiyên karê dîplomasî lê tê meşandin, ji ber danasîna jiyan û çanda Êzidxanê wê Êzidiyek di nûnertiya çandêde cih bigre.

18- Di bingeha rêgezên derbarê xweseriya Êzidxanê de ku li jor hatin diyar kirin, wê danasînek taybet di zagon û distûrên Iraqê û Başûrê Kurdistanêde were cih kirin.

19- Êzidî, mîraseke dîrok ji mirovahiyêre hêlayî. Li ser vî bingehî xweseriya Êzidxanê (Muhafaza La Merkezî) ne tenê di zagonên bingehîn yên Iraqêde bikeve bin mîsogeriyê; di heman demê de pêwîste dibin ewlehiya Neteweyên Yekbûyî de be. Komîsyona Xweseriya Êzidxanê ya di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de, heya xweseriya demokratîk tê pejirandin û dikeve jiyanê wê hebûna xwe bidomîne.

20- Di pêvajoya sazîbûna Şingalê de, ji derveyî hêzên leşkerî yên niha li Êzidxanê tên dîtin, pêwîst e ji derve tu hêzên din neyên anîna Êzidxanê. Di çarçûveya li jor hatî diyar kirin de, piştî ragihandina pejirandina xweseriya demokratîk ji hêla tevayî aliyan ve, derketina hêzên leşkerî yên ne girêdayî Meclîsa Êzidxanê ji Êzidxanê.

21- Ji bo di navnetewî de fermana 73’yan ya  li ser  Êzidiyan pêk hatî weke jenosîd were dîtin û pejirandin Komîsyona Xweseriya Êzidxanê ya di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de erk û berpirsyariyên xwe bi cih bîne.

22- Komîsyona Xweseriya Êzidxanê li Şingalê dadgehek serbixwe ya he rkesê destê wan di xwîna Êzidiyan de heyî û di fermanê de rolê xirap leyistîn dadgeh bike û wan seza bike.

23- Komîsyona Xweseriya Êzidxanê; protokola di 26 Cotmeha sala 2016’an li parlamentoya Ewrûpa di nav bera Êzidî, Tirkmen û Xiristiyanên Irakî de pêkhatibû piştgiriya wê protokolê bike.’’