Yekem jin a Rojhilatê Kurdistanê li Başûr bû qurbanî

Roja şemiyê 07.09.2014ê li Kerkûkê pêşmergeyeke Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK)ê bi nave Nîgar Seyîd Mihemed Huseynî ji aliyê çekdarên grûba (DAÎŞ)ê ve hate kuştin.
Nîgar (19) salî û xelkê bajarê Bukan a rojhilatê Kurdistanê bû. Navbirî bi yekem qurbaniya jin a rojhilatê Kurdistanê li başûrê Kurdistanê û di şerê li hember (DAÎŞ)ê ye.
Endamê polîtbîroya (PAK)ê Rizgar Ebaszade di daxuyaniyekê de nûçe piştrast kir û ragehand: ”Roja şemiyê û di dema tedrîba leşkerî de û di encama êrişa çekdarên (DAÎŞ)ê bi gule hawenan endama Partiya wan, Niar Mihemed Huseynî jiyana xwe ji dest daye.
Nîgar Huseynî berpirsa parastina çeperên pêşmergeyên jin yên rojhilatê Kurdistanê bû û herî dawî jî di pileya Kadroya Ciwanên (PAK)ê de bû.
Di beşek ji medyayan de belav bûye ku temenê Nîgarê (15) salî bûye û rêpêdana bi wî temenê biçûk di şer de bûye sedema dilgiranî û nerazîbûna beşek ji çalakvan û rewşenbîrên rojhilatê Kurdistanê. Ebaszade di vê derbarê de got: ”Partiya wan (PAK) bi hemû awayan pabendê qanûnên şer e û rê nade nûciwan û kesên kêm temen di şer de beşdar bibin û li gor daxuyaniya malbata Nîgar Huseyniyê jî temenê wê (19) sal û çend meh bûye”.
Li aliyê din fermandarê jura oparasyonên Başûrê Kerkûkê, Westa Resûl di daxuyaniyekê de ragehand, tu hêzên rojhilatê Kurdistanê li Kerkûkê nînin û di çend rojên borî de çi şer li Kerkûkê çênebûne û nûçeya kuştina Nîgar Huseynî derewand.
Ebaszade di vê derbarê de dibêje: ” Bereya şerê Kerkûkê gelek pan û berîne û dibe ku hêzên me li cîhê ku Westa Resûl lêye nebin, di medyayên başûr de Nîgar weke rojnamevan hatiye binav kirin lê ne wisaye, herwiha weke tê zanîn hêzên Komara îslamî ya Îranê jî di şerê li hember DAİŞê li Kurdistanê ne û ev yek ji bo wan bûye derfetek ku cîh û hejmara Pêşmergeyên partiyên rojhilatê Kurdistanê tesbît bikin, ji ber vê jî em cîhê hêzên xwe aşkera û eniyên ku têde şer dikîn aşkera nakin”.
Bi dehan endamên Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK)ê zêdetirî mehekêye ku mil bi mile pêşmergeyên başûrê Kurdistanê li hember çekdarên grûba ((DAÎŞ))ê şer dikin.
Piştî êrişa ((DAÎŞ))ê bo ser herêma Kurdistanê û girtina Şingalê û oiştî beşdariya YPG û HPG jî di şer de, Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (HDKÎ), du beşên Komelê û Partiya Azadiya Kurdistanê(PAK) jî li ser daxwaza xwe beşdarî şerê bi (DAÎŞ)ê bûn, lê piştî demekê hemû hêzên pêşmergeyên rojhilatê Kurdistanê li ser daxwaza Hikûmeta Herêma Kurdistanê paşve hatine kişandin.
Tê gotin vekişîna hêzên partiyên rojhilatê Kurdistanê ji ber zextên dewleta Îranê bo ser herêma Kurdistanê bûye. Lê take partiya rojhilatê Kurdistanê ku di bereya şerê bi (DAÎŞ)ê de ma Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) e. Lê ji ber gefên Îranê ev partî xwe ji propagandeyan dûr digre.
DÊRSIM OREMAR/REWANBÊJ