Yekem serdana fermîya Misirê ji aliyê Emerîkayê ve pêk dihêt

Alîkarê wezîrê derve yê Emerîkayê Bill Burns bo serdaneke fermî çû Misirê.
Li gor daxwiyaniya ku ji aliyê wezareta karên derve yê Emerîkayê dê alîkarê wezîrê derve Burns du rojan li Qahîreyê bimîne û di nava vê demê de li gel saziyên medenî, karsazan û her weha li gel berpirsên hikumeta nû hevdîtinan bike.
di van hevdîtinan de Burns dê piştgiriya Emerîka ya ji bo gelê Misirê destnîşan bike û daxwaz bike ku tundiya li welat bi dawî bibe, bi hilbijartinek demokratîk û berfereh îdareya welat diyar bibe.
Hêjayê gotinêye ku Emerîka heta niha mûdaxeleya leşkerî ya li dijî serok komar Mursî weke derbe bi nav nekiriye.
Rewanbej.net