Yekitiya Ewropayê Hîzbullah xiste lîsteya terorê

Yekitiya Ewropayê Hîzbullah xiste lîsteya terorê

Wezîrê karên derve yên Yekitiya Ewropayê biryar dan ku rêxistina Hizbullah ya Lubnanê bikeve nava lîsteya terorê.

Wezîrê karên derve yên Yekitiya Ewropayê di civîna xwe ya dawî de biryar dan ku rêxistina Hizbullah ya Lubnanê bikeve nava lîsteya terorê. Ev biryar dihête wê wateyê ku alîgirên Hizbullahê yên Ewropayê nikarin harîkariya madî ya rêxistinê bikin û her weha dîplomatên Ewropa jî nabe ku bi rêveberên rêxistinê re hevdîtinan bikin.

Berpirsekî Fransizî diyar kir ku ev biryar bi dengdana giştî hatiye wergirtin û ajansa Reutersê jî diyar kir ku sê dîplomatên din jî ev agehî piştrast kirine.

Hikumeta Lubnanê hefteya borî bang li Yekitiya Ewropayê kiribû û diyar kiribû ku Hizbullah perçeyek giring yê civaka Lubnanê ye û nabe ku navê wê bikeve nava lîsteya terorê. Lê belê dihête gotin ku piştî Hizbullahê li Suriyê piştgiriya aşkira da rejîma Esad Ewropayê jî helwesta xwe guherî û tundtir kir.

Her weha wezîrê welatên ku pesend kirine da Hizbullah bive lîsteya terorê îdîa dikin ku êrîşa par ya Bulgarîstanê ya li dijê geştyarên Îsraîlî Hizbullah encam daye. Her weha der barê Hizbullah de doz hene ku li dijî kesên medenî êrîş pêkanîne.

Di gel welatên Ewropayê Emerîka û Kanada jî Hizbullah hildane nav lîsteya terorê.

Rewanbej.net