Yekîtiya Zilamên Kurdistanê hate avakirin

Li Başûrê Kurdistanê bajarê Silêmaniyê ji bo parastina mafê zilamên ku ji destê jinên xwe rastê tundiyê tên, rêxistina zilamên Kurdistanê ya bi navê Yekitiya Piyawanî Kurdistan an ku Yekitiya zilamên Kurdistanê ava bû.
Heta niha tundiya li ser jinan hemîşe di rojeva medyayê de bû. Ji bo tundiya li dijî jinan bihête rawestandin bi dehan sazî û rêxistin hatine avakirin û qanûn û yasa hatine guhertin.
Vê carê berovajiyê parastina mafê jinên ku rastê tundiya zilaman dihên, zilamên rastê tundiya jinên xwe dihên rêxistinek bo xwe ava kirin. Yekîtiya zilamên Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê hate damezrandin.
Sekreterê rêxistinê Burhan Elî der barê avakirina rêxistinê de diyar kir ku ew bi dirûşma ’Li beramber welat û hevserê xwe rêz, bibin bavek dilsoz’ tev digerin. Elî got ku ew yekem rêxistinin ku di Rojhilata Navîn de bi vî navî û bi vî armancî hatiye damezrandin. Elî got: ’Dihête zanîn ku civaka me de baviksalarî heye û zilam desthilate. Ji ber vê avakirina rêxistinek wesa bo hemû kesan seyr bû. Piştî serlêdana me du sal çûn paşî bi awayek fermî qebûl kirin. Rêxistinên jinan kardaneweyek tund nîşan da. Jin hêşta jî me weke dujmin dibînin.’
Burhan Elî destnîşan kir ku tundiya li dijî zilaman jî her sal zêde dibe û da zanîn ku di sala 2008 de 33 rûdanên tundiya li dijî zilam pêk hatiye lê di sala 2012 de 163 rûdanên wesa pêk hatine. Elî got ku îsal di nava 6 mehan de 41 rûdanên tundiya li dijî zilam pêk hatine. Tundiya fîzîkî, zextû fişara psîkolojîkî, bi tundî zarokan ji bav vediqetînin, heqdestê wan dibirin û ji kar derdixin. Eve hemû tundiya li dijî zilamin. Lê çi parastina zilaman nîne.
Sekreterê rêxistina Yekîtiya Zilamên Kurdistanê Burhan Elî got: ’Me divê zilaman jî der barê tundiya nav mal û malbatê de agehdar bikin. Ne tenê li Silêmaniyê, li bajarên din jî emê qursan vekin.’