YNK helwêsta xwe der barê Bexdayê de diguhere

Berpirsê Ragehandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Azad Cundiyanî, gotareke cuda derbarê helwêsta YNK’ê li beramber Nûrî Malikî û desthilatdarên Bexdayê de nivîsî.
Cundiyanî di gotara xwe de ku li ser rûpela xwe ya Facebookê bi navê ’Divê em berevaniyê li heybet û prestîja herêmê bikin’ belav kiriye, berevaniyê li polîtîkayên Herêma Kurdistanê dike û Bexdayê jî rexne dike.
Azad Cundiyanî di gotara xwe de dibêje ku çend roj dibe bi nivîsandina raportekê ve mijûl e bo serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê derbarê senaryoya şikandina heybeta herêmê de û di raportê de behsa şêwazekî piralî yê stratejiya şikandina heybeta herêmê dike bi awireke navxweyî ya Kurdistan, navçeyê, fakterên bihêz û bêhêz ên wê mijarê de.
Derbarê beyannameya doh a Malikî de jî, Cundiyanî wiha nivîsiye: ’’Malikî şandina meaşê meha Sibatê bi meseleya petrolê ve girêdaye.. Ez dixwazim bibêjim ku siyaseta Malikî di vê derbarê de beşekî stratejiyeke berfirehtir a şikandina heybeta Herêma Kurdistanê ye. Dema dibêjim herêm mebesta min ne hikûmeta herêmê ye, lê mebesta min parlamento, hemû partiyên siyasî yên Kurdistanê, civaka sivîl û xelkê Kurdistanê ye. Niha heybet û îtîbareke herêmê heye, hejmara konsolxaneyên dinyayê, hatina wan hemû şirketên mezin ên cîhanê û ew danûstandina welatên dinyayê ligel herêmê dikin nîşana wê heybeta herêmê heye.’’
Cundiyanî wiha dibêje:’’Wiha dixwiye Malikî bi zexta meaş dixwaze xelkê Kurdistanê dest ji wê heybet û îtîbarê berde ku hatiye bidestxistin. Mebesta wî ew e wek tê gotin herêmê bike ’teyrekî maqûl’ wate hino hino heybeta herêmê bişkênê û bi pratîk federalîzmê bike şêwazek cudatir ji otonomiya caran. Pirsyar evna ye em bêheybetkirina herêmê qebûl bikin? Bêguman divê em hemû bi yek dengî bibêjin; Nexêr heybeta herêmê heybeta hemû Kurdek û Kurdistaniyekî ye li her çar parçeyên Kurdistanê.’’
Basnews