YNK Serdana BDP kir

YNK Serdana BDP kir

Berpirsê desteya kargîriya polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Mela Bextiyar û heyeta pêre dihunê 24/1/2014`an serdana şaredariya bajarê mezin yê Amedê kirin û ji aliyê serokê şaredariyê Osman Baydemîr, namzetên Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, Firat Anli, namzetê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk, Parlamenter Îdrîs Balûken, Nazmî Gur, Adil Zozanî û malbata Buyukkaya ve hatin pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de Osman Baydemîr daxwaza silametiyê li Mam Celal Talabanî kir û got:“Xwezî Mam Celal jî saxlem bûya û ev pêvajoya aştiyê bi çavên xwe bidîta. Ji ber ku pêdiviya dîplomasiya kurdan bi ezmûn û zîrekiya wî heye.”
Ji aliyêxwe ve jî berpirsê desteya kargîriya polîtburoya YNK’ê Mele Bextiyar destnîşan kir ku ew dixwazin li Tirkiyeyê aştî pêk were, ji ber hindê jî ew girîngiyê didine pêvajoya çareseriyê.
Mela Bextiyar got: “Ji bo ev pêvajo bimeşe û pêk were, divê misogeriya destûra bingehînî çê bibe. Li gel vê divê birêz Ocalan jî bigihêje azadiya xwe.”
Bextiyar li dawiya axaftina xwe de got: “Wek YNK em ê ji bo pêşwazîkirina şahiya Ocalan bi kêfxweşî bêne Amedê û hêviya min bi wê rojê ye.”

Hêjayî gotinê ye ku pêr 23/1/2044`an,  şanda YNK bi serokayetiya berpirsê desteya kargîrî ya YNK Mela Bextiyar bi hevalîniya endamê serkirdayetiya YNK Herêm Kemal Axa, berve welatê Tirkiyê bi rê ketin.

Jêder: Pukmedia