YNK sube kongra xwe ya plenyûmê lidardixe

YNK sube kongra xwe ya plenyûmê lidardixe

Hate gotin ku biryare sube Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK   kongira xwe ya teng (Plenyum) lidarxe. Berdevkê polîtburoya YNK`ê Azad Cundiyanî di daxuyaniyeke teybet de,   ji PUKmedia yê re daxuyad ku amederkariyên pêwîst bo lidarxistina kongra teng a YNK`ê destpê kirin,  bi serpereştiya Endamê Destya Kargir ya Polîtboruya YNK`ê Mele Bextiyar komîtek hate sazkirin. Çavlirêye ku hemû amadekariyên lidarketina kongra teng ya YNK`ê (plenyum) di dema xwe de pêk hihêt.
Li gor nûçeya Pukmedia Azad Cundiyanî gotiye, komîteya hatiya saz kirin hemû erkên amdekariya kongrê hildaye ser milê xwe, her wiha dê pirograma kongrê li gorî nirîn û biryarên ji civata serkirdeyetiyên YNK`ê ve hatine wergirtin bin, bi heman şêwazê jî, cihê dê kongirê lê lidarkevê jî ê bi nirîna civata serkirdeyatiya YNK`ê be.
Her weha endamê polîtburoya YNK`ê Ednan Miftî di televîzyona Kurdsatê de bibû mêhvanê bernameya Penorama  ragihandibû ku dê kongra teng (Plenyum) ya YNK`ê ligel dirêjkirina dema serkirdeyatiya YNK`ê rewşa siyasî û encamên hilbijartinê û hin mjarên din di civata kongrê gotebêj bike û xalên ne li rê derxe holê.
Hêjayî gotinê ye ku encumena serkirdeyatiya YNK`ê di  roja 7`ê vê mangê di komcivîne xwe de biryar da,  di 10 Cotemehê de kongreyeke teng (Plenyum )ya YNK`ê lidarbikeve.
Encumena serkirdeyatiya YNK`ê, her wiha di komcivîna xwe de biryar da roja 31 / 1 / 2014`e, ji bo pirsgirên YNK`ê bêne çareserkirin û guhartin di siyaseta YNK`ê bêne kirin, Çaremîn kongira YNK`ê li darkeve, ji ber vê yekê û bê guman û li gorî peywera navxweyî dê piştî ku kongira teng pêk bê, amedekariyên kongra Çarem bête kirin û di serî de dê komisyona bilind a amdekar ya Kongirê bête sazkirin.
Hêjayî gotinê ye ku Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê a di 1/ 6 / 1975 de hatiya damezrandin, ji wê demê ve heya niha 3 kongire û 2 civatên semîneran û 4 kongirên teng (Plenyum) li darxistine, YNK`ê yekem kongira xwe a teng di sala 1990 de li devera ( Qasme Reş ) lidarxist, li Hewlêrê sala 1995 duyem kongira xwe a teng lidarxit, sêyem kongira teng li Qala Çolan di 2007`an de lidarxist û ê çarem jî li Silêmaniyê di 2009`an de lidarxist, YNK`ê yekem sermîner jî li devera Bira Dostan sala 1977 pêk anî û ya duyem jî di 1980`ê de li devera (Nawzing) pêk anî,Yekîtiya Nîştinaî ya Kurdistanê heya niha 3 kongire lidarxistina a yekem li Hewlêr û Silêmnaiyê di sala 1992`an de lidarket, ê duyem di 2001`ê  de, li Silêmaniyê pêk hat û ya Siyam jî dîsa li Silêmnaiyê di 2010`an lidarket.
PUKmedia