YPG: 56 çekdar hatine kuştin

YPG: 56 çekdar hatine kuştin

Pevçûnên li Rojavayê Kurdistanê yên di navbera YPG û çeteyên ser bi El Qaîde didomin. der barê pevçûnên dawî de navenda çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxuyaniyek belv kir û da zanîn ku di pevçûnên rojekê de zêdetirî 56 çekdarên El Nusra û Dewleta Îslam ya Îraq û Şamê hatine kuştin. YPG dibêje 3 çekdar jî dîl hatine girtin. Her wiha 2 şervanên YPG’ê jiyana xwe jidest dane.

Navenda çapemeniya YPG encamên şer yê 24 demjimêrên dawî bi daxuyaniyek nivîskî eşkere kir. YPG’ê daxuya kirin ku di pevçûnan de 56 çekdarên El Nusra û Dewleta Îslam hatine kuştin û bi dehan çekdar jî birîndar bûne. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku pevçûnên li hemû eniyên şer hîn jî didomin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku pevçûnên li herêma Rojavayê Kobanê bi dijwarî dewam dikin û hate gotin: ’’Çekdarên El-Nusra êrîşî gundê Qenaya û Îlecax ên Rojavayî Kobanê kirin û di encama bersivdayîna şervanên YPG’ê de pevçûnên dijwar derketin. Di van pevçûnan de 24 çekdar hatin kuştin û 3 wesayîtên wan hatin ruxandin. Li gundê Sirîn jî pevçûn di navbera hêzên YPG’ê û çekdarên El-Nusra de jî 15 êrîşkar hatin kuştin.’’

Di daxuyaniyê de hate gotin ku li Girê Spî (Til Ebyed) çekdarên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê  û El-Nusra ji ser sînorê Tirkiyê ve bi çekên giran û tangan êrîş anîn ser gundê Sûsikê û xwestin gund dagir bikin. Şervanên YPG’ê bersiva êrîşkaran dane û di encam de 12 çekdarên El-Nusra hatine kuştin. Daxuyanî dibêje êrîşkaran kuştiyên xwe revandine aliyê Tirkiyê.

Di berdewama daxuyaniya YPG de hate bibîrxistin ku pevçûnên li gundê Girhok a Girkê Legê jî ji duh êvarê ve bi dijwarî didomin û di encamê de 5 çekdar hatin kuştin, 3 dîl ketin destê YPG’ê û 3 wesayîtên doçka li ser ji aliyê şervanên YPG’ê ve hatin destserkirin. Di daxuyaniyê hate gotin ku çekdarên El-Nusra bi çekdên giran û tangan êrîşî gundê Yûsifiyê kirine û di encama bersivdayîna YPG’ê de pevçûn bi dijwarî derketin û pevçûn hîn didomin. Di van pevçûnan de jî bi dehan kuştî û birîndarên êrîşkaran çêbûne, lê hejamara kuştiyan ne diyar e. Di daxuyaniyê de hate gotin ku çekdarên El-Nusera gundê Yûsifiyê piştî ku şêniyên wê jê derketin şewitandin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di pevçûnên li herêma Kobanê 2 şervanên YPG’ê dema parastina herêmê dikrin jiyana xwe jidest dane.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “YPGê dê di xeta xwe ya parstina rewa de bi israr be, şervanê me jî  heta nefesa xwe ya dawî em ê parastina gelên heremê bikin û bersiva hemû êrîşan bidin.”

Jêder ANHA