YPG bi tundî dewleta Tirk hişyar kir

YPG bi tundî dewleta Tirk hişyar kir

YPF: Helwesta Tirkiyê dê encamên neyînî derbixe.

Fermandariya Giştî ya YPG’ê ji ber piştgiriya wê ya ji bo komên çete ên Dewleta Îslamî ya Îraq û Şamê, dewleta Tirkiyê hişyar kir. Fermandariya YPG’ê bal kişand ku berdewamkirina vê helwestê wê encamên neyînî bi xwe re bîne.

Fermandariya Girşît ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) derbarê alîkariya Dewleta Tirkiyê ya bi komên çete ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) re de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku piştî komên çete ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) li gundên Sûsik ê Til Ebyedê, di encama bersivdayîna şervanên YPG’ê de gelek windahî dan û têk çûn, Tirkiyê careke din piştgiriya van koman kiriye. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku leşkerên Tirkiyê herî dawiyê ji Qereqola Cuma ya sînor gundê Sûsik gulebaran kirine û di encama gulebaranê de jî şervanên YPG’ê Baran û Cuma jiyana xwe jidest dane.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku ev êrîşa leşkerên Tirk, piştgiriya Tirkiyê ya ji bo komên çete û tevlîbûna wê ya êrîşên li dijî Rojavayê Kurdistanê zelal dike.

Di dawiya daxuyaniyê de Dewleta Tirkiyê hate hişyarkirin û ev tişt hate gotin: ’’Heger Dewleta Tirkiyê di piştgiriya xwe ya bi komên çete re îsrar bike, ev yek dê encamên neyînî bi xwe re bîne. Pêwîste Dewleta Tirkiyê dest ji kiryarên xwe yên qirêj ku ewlekariya herêmê binpê dikin berde.’’

ANHA