YPG bo cejnê agirbest îlan kir

YPG bo cejnê agirbest îlan kir

Fermandariya Girştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi munasebeta Cejna Qurbanê bê çalakî îlan kir. Fermandariya YPG’ê Cejna Qurbanê li hemû alema îslamê pîroz kir û da zanîn ku di rojên cejnê de dê mafê xwe yê parastina rewa bikin.

Bi munasebeta Cejna Qurbanê Fermandariya Girştî ya YPG’ê daxuyaniyek nivskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev 3 meh in êrîşên komên çekda yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ)/Cebhet El-Nusra li dijî hermên Rojavayê Kurdistanê didomin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hêzên YPG’ê ji bo nirxên mirovahî û pîrozbahiyên cejna Remezanê bê çalakî îlan kiribû. Di daxuyaniyê de hate gotin ku komên çekdar ên ku tu wateyê nadin nirxên mirovahiyê tevî bê çalaktiya YPGê êrîşên xwe zêde kirin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku tevî êrîşên komên çekdar niha jî dewam dikin hêzên YPG’ê li ser banga dostên xwe ji rêxistinên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê, her wiha ji bo rêzgirtina nirxên mirovî,  parastina irf û adeta alema îslamî dê hêzên YPG’ê di rojên Cejna Qurbanê de careke din çalakiyan pêk neyin û nekevin tu şeran de.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bê çalakitiya YPGê dê  ji 15’ê Cotmehê an gu sibe destpê dike. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku hêzên YPG’ê di vê demê de wê mafê xwe yê parstina rewa pêk bîne û êrîşên komên çete bidin bê bersiv nehêle. Di dawiya daxuyaniyê fermandariya YPG’ê Cejna Qurbanê pîroz kir û wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: ’’ Em ji xweda hêvî dikin ku ev cejin bibe cejna aştiya mayîne ya di nava hemû pêkhateyên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de.Sûriyê di bin diruşmeya Aştî û hezkirinê ji nû ve bê afirandin.’’

ANHA