YPG çeteyên El Nusra di gundê Cafa de tengav kirin

YPG çeteyên El Nusra di gundê Cafa de tengav kirin

Li gundê Cafa ya nêzîkî bajarokê Çil axa hêzên YPG girtine ser navenda çeteyên El Nusra. Vê kêliyê şer dijwar berdewame.

Li gorî agahiyên ji cihê bûyerê çeteyên El Nisra ji aliyê hêzên YPG ve di gundê Cafa de hatine tengavkirin û gelek kuştiyê wan hene. Hêzên YPG hetanî neha 2 birîndar dane û dora çeteyan girtine.
Hate diyarkirin ku gelik kuştiyên El Nusra hene û YPG banga teslîmbûnê li wan dike. Li gorî agahiyan hêzên çeteyan di qorziyekî gund de tengav bûne.

Şer hetanî vê demê li gorî demhijmêra Surî 3:40 xulekî jî bi dijwarî berdewame. Êrîşa Şervanên Kurd yên YPG demhijmêr 1,30 ê surî destpêkir.

 

Rewanbej.net