YPG Emîrê DAIŞ Ebû Ebdurehman El Misrî kuşt

YPG Emîrê DAIŞ Ebû Ebdurehman El Misrî kuşt

Di cejna qurbanê de jî şer û pevçûnên li Rojavayê Kurdistanê yên di navbera hêzên YPG’ê û Dewleta Îslam ya Îraq û Şamê de berdewam dikin. Li gor agehiyan YPG’ê Emîrekê din yê DAIŞ’ê yê bi navê Ebû Ebdurehman El Misrî kuşt. Bi roxmê ku YPG ji ber mûnasebeta cejna qurbanê agirbest jî îlan kiribû, li Rojavayê Kurdistanê êrîşên rêxistinên ser bi El Qaîdê ve nasekinin. Di encama ler û pevçûnekê de hêzên YPG vê sibê li gundê Til Elo yê ku dikeve ser rêya Til Koçer û Qamişlo emîrekê din yê payebilind yê rêxistina Dewleta Îslam ya Îraq û Şamê ya ser bi El Qaîdê ve kuşt.

rewanbej.net