YPG li Efrînê tangek din jî desteser kir

YPG li Efrînê tangek din jî desteser kir

Li Rojavayê Kurdistanê şer û pevçûnên di navbera YPG û komên ser bi El Qaîdê de bi dijwarî berdewam dikin.

Fermandariya Qada Efrîn-Heleb a YPG’ê, encamê pevçûnên ji ber êrîşên komên çeteyên El Qaîdê yên di dema cejna Qurbanê de rû dan, aşkera kir. Di pevçûnan de 24 çete hatin kuştin, panzêrek û tevî çekên giran gelek çek û alavên leşkerî hatin desteserkirin.

Fermandariya Qada Efrîn-Helebê ya YPG’ê da xuyakirin ku tevî agirbesta yekalî ya Fermandariya Giştî ya YPG’ê bi wesîleya Cejna Qurbanê îlan kir, êrîşên komên çete yên li derdora Cezîre û Efrînê dewam kirine. Hat ragihandin ku li ser bersivdayîna hêzên YPG’ê pevçûnên dijwar qewimîne.

Fermandariyê encama pevçûnên li Qestel Cindo ya ser bi bajarokê Şera yê Efrînê û derdora gundê Yazibag ê ser bi Ezazê bi vî rengî aşkera kir:

“Tevî ku Fermandariya me ya giştî bi awayekî yekalî rewşa bêçalakîtiyê îlan kir, êrîşên komên çete yên li hemberî herêma me dewam kirin. Di roja yekemîn de li gundê Yazibag ê ser bi Ezazê koma Artêşa Sûriyeya Azad êrîşî Biryargeha Asîfet Şîmal kir. Piştî ku kom ji gund hat derxistin, vê carê li girê Qestel Cindo yê li jorî gund, êrîşê destpê kir.

Li ser bersivdayîna hêzên me, careke din pevçûnan destpê kir. Di pevçûnên sê rojan ên ji ber êrîşên çeteyan de 24 çete hatin kuştin.”

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku cenazeyê 2 çeteyan di destê hêzên YPG’ê de ne û hat gotin, “Di pevçûna sê rojan de, wesayîteke çeteyan a bi cebilxane barkirî hat rûxandin. Derb li wesayîteke çeka BKC li ser bû, hat xistin. Wesayîtek û motorsîkleteke ku çeteyan ji bo çûn û hatinê bikar dianîn, hatin rûxandin.”

Fermandariya YPG’ê ya Qada Efrîn-Helebê ragihand ku di encama pevçûnên sêr ojan de gelek çek û cebilxaneyên çeteyan hatine desteserkirin û lîsteya van çekan da: “Panzêrek, Topên hewanê yên 120, 101, 81 û 57 ku li herêmê weke topên dojehê tên binavkirin, bi sedan gule hatin desteserkirin. 10 qeleşnîkof, 40 şarjor, bi hezaran fîşek. Yek RPG7 û gelek guleyên wê. Zincîreke BKC û gelek fîşekên wê. Çeke Brûno. Du cîhazên têkiliyê û wesayîteke çeteyan a bi markaya Toyota û pîqabek.”

’LI DIJÎ ÇETEYÊN XWE JI BO ÊRÎŞÊ AMADE DIKIR, ÇALAKÎ’

Ji aliyê din ve hêzên YPG’ê li dijî çeteyên xwe ji bo êrîşekê amade dikirin, çalakiyek lidar xistin. Komên çekdar ên ser bi Dewleta Îslamî ya Iraq-Şamê saet li dora 24.00 dema xwe ji bo êrîşek li hemberî girê Qestel Cindo amade dikir, rastî çalakiya Yekîneya Tankan a YPG’ê rast hatin.

Di encama topbaranê de avahiya biryargeha çeteyan zerar dît, hejmara kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyeke zelal nehat bidestxistin.

Ji aliyê din ve, di pevçûna li gundê Marîn de jî 3 çete hatin kuştin.

Jêder ANHA