YPG; Me 16 leşkerên tirk dîl girtine

YPG; Me 16 leşkerên tirk dîl girtine

Piştî êrîşa dagirker dewleta tirk ya li ser Efrînê, hemî medyaya Tirkiyê bi yek dengî dest bi derew û helxelitandina kir. Di hemî êrîşan de hêzên kurd bi tundî bersiv dane êrîşan û êrîşên dagirkeran û çeteyên wan şikandin. 

Dawî li gorî nûçeya Sputnika Farisî, rayedarekî YPG ragihandiye ku wana li gelek deveran derbên giran li dijminan dane û, berovajî nûçe û derewên dewleta tirk, wana bin sedan çete û leşkerên tirk kuştine. Li gorî dazanina karbidestê YPG wana li devera Efrînê 16 leşkerên tirk dîl girtine. 

Di rojên destpêkê yên êrîşê de, dagirkeeen tirk xwestin serkeftina xwe ragihînin, lê belê roj bi roj derewe wan aşkere bûn û serkeftinên hêzên Kurd hatine ragihandin.