YPG rojnamevanên Ereb serbest berdan

YPG rojnamevanên Ereb serbest berdan

YPG her du rojnamevanên Ereb yên di destê xwe de serbest berdan. YPG nûçegihanê kenala nûçeyan a Sûriyê (El-Exbariyê) Mihemed Tewfîq El-Sexîr û kamîrevanê wî Cemîl El-Tos piştî lêkolînên pêwîst serbest berdan.

Li gor nûçeya Ajansa Hawar Hêzên Asayîşa Rojavayê Kurdistanê duh nûçegihanê kenala nûçeyan a Sûriyê (El-Exbariyê) Mihemed Tewfîq El-Sexîr û kamîrevanê wî Cemîl El-Tos ên girêdayî rêjîma Baasê ji ber ku raporeke dûrî rastiyê li ser bajarê Serêkaniyê amadekiribûn û kenala wan jî weşandibû, girtin. Bi înîstiyatîfekê ji Yekîtiya Ragihandina Azad û piştî lêkolînên berfireh ji aliyê Hêzên Asayîşê ve serbest hatin berdan.

Serokê Yekîtiya Ragihandina Azad Mihemed Kemal derbarê mijarê de diyar kir ku ew ti carî derfetê nadin kenala nûçeyan a rêjîma Baasê (El-Exbariyê ) careke din têkevin herêmê hatine rizgarkirin berî ku lêborîna xwe bi awayekî fermî ji gelê Kurd û YPG’ê û li ser kenala we were weşandin, bixwazin.

ANHA