YPG Til Koçer rizgar kir

YPG Til Koçer rizgar kir

Bajarê Til Koçer ku li ser sînorê Rojava û Iraqê ye ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve ji komên çete hate rizgarkirin. Li gorî Hevserokê PYD’ê Salih Muslim ev serketin di warê siyasî û aborî de alternatîfeke nû pêşkêş dike.

Hêzên YPG’ê di çarçoveya “Operasyona Tolhildana Şehîdên Tirbespiyê û Çilaxa” û hemleya azadkirina bajarê Til Koçer ku di 23’yê Cotmehê de hatibû destpêkirin de, Til Koçer ji komên çete yên DAIŞ’ê rizgar kir.

Li gorî agahiyên ku ji herêma operasyonê bidest ketine, hêzên YPG’ê piştî ku duh Deriyê Sînor ê Til Koçer ku di navbera Rojava û Iraqê de ye bidest xist, şer û pevçûn di nava bajar de dijwar bû.

Hate ragihandin di encama şerên dijwar de bajar saet derdora 05.00’an de bi temamî hate rizgarkirin. Hate gotin ku di pevçûnan de 5 tang, gelek fuzeyên cur bi cur, katyuşa, gelek çek û cebilxane hatine bidestxistin.

Çav li rê ye ku YPG derbarê mijarê de daxuyaniyê bide.

MUSLIM: BI SERKETINA TIL KOÇER RE ALTERNATÎFEK NÛ ÇÊ BÛ

Hevserokê PYD’ê Salim Muslim duh bi şev tevlî bultena nûçeyên Stêrk TV bû û destnîşan kir ku rizgarkirina li Til Koçer serketina tevahiya Kurdistanê ye.

Muslim da zanîn ku, serkettina li Til Koçerê dê hem di aliyê siyas û hem jî aliyê aborî yê Rojavayê Kurdistanê guhertinan bi xwe re bîne. Muslim bilêv kir ku, li dijî ambargoya li ser hemû Rojavayê Kurdistanê alternatîfek nû çêbû.

Muslim balkişande ser hevdîtinên beriya vê li Bexdayê pêkanî bûn û diyarkir ku, li dijî Kurdan dijminahiyek tuneye û aşkera kir ku, Deriyê Sinor yê Til Koçer ji bo bazirganî û li dijî ambargoyê “alternatîfeke.”

EM DÊ WEKE DÎWARÊ BERLÎNÊ PERÇE BIKIN Û BIKIN BÎRANÎN

Muslim ji dîwarê ku dixwazin ji Tirkiyeyê, navbera Rojava û Bakûrê Kurdistanê de ava bikin weke “dervey mirovahiyê” nirxand û got, li hemû cîhanê dîwarên şermê têne hilweşandin, Tirkiye hewil dide ava bike. Muslim anî ziman ku, rojekê Kurd dê vî dîwarî weke dîwarê Berlînê birûxînin û dê perçeyên wî jî weke bîranîn pêşkêş bikin.

ANF