Yusuf Ziya Doger hate binçevkirin

Mamoste, nivîskar û endamê Însîyatîfa Rewşenbîrên Kurd Yusuf Ziya Doger îro ji aliyê hêzên ewlekariya dewleta Tirkîyê ve hate destgirkirin.
Rewşenbîrê Kurd Yusuf Ziya Doger, bi boneya nivîs, rexne û belavkirinên xwe yên di derbarê Efrînê de hate destgirkirin.
Doger piştî girtinê radestî dadgehê hate kirin. Bi biryara çavdêrî û qedexeya derketina derveyî welat servest hate berdan.
Bi taybet piştî destpêkirina êrîşa dewleta tiek ya li ser Efrînê û rojavayê Kurdistanê, bi dehan kes ji ber belavkirinên xwe yen torbendên civakî hatine girtin.