Zanyaran dîmenê roniya mirinê tomar kirin

Zanyarên Brîtanî di laşê kurmikekê de dîmenên dema mirina kurmikê tomar kirin û di dîmenan de dihête dîtin ku kêliya mirina şaneyan weke ronahiya florensaneke şîn belav dibe.
Li Brîtanyayê komeleya Wellcome û Konseya Lêkolînên Biyoteknolojî î Biyolojiyê lêkolînek hevpar encam dan. Di vê lêkolînê de dîmenên dema mirinê ya laşê kurmikekê hate tomar kirin. Mirin weke roniyekê florensanê yê şîn di ruyê kurmik de belav dibe.
Hêjta nayê zanîn ka mirin ji şaneyekê çawa derbazî şaneya din dibe. Lê di laşê kurmikekê de hate dîtin ku mirin weke ronahiyekê florensanê yê şîn belav dibe û ev jî aşkera dihête dîtin.
Dîmena weke florensanê dixwiyê jî ya şaneya mirî ya bi navê ’necrosis’ e. Profesorê kolaja zanîngeha Londonê Davîd Gems diyar kir ku ev ronahiya şîn weke ronahiya mirinê ye. Her ku mirin laş dagir dike ew jî belav dibe û dema jiyan bi dawî dibe ew jî ditemire. Gems dibêje heger em bikarin pêşiya rêya vê belavbûnê bigrin, mirinên ku di encama enfeksiyonan de peyda dibin jî dikarin bihêne aşteng kirin û em karin mirinê derngtir bixin.
Rewanbej.net