Zanyarên îskoçî rêbazeke nû ya kuştina şaneyên pençeşêrê dîtin

Zanyarên îskoçî diyar kirin ku ji bilî rêbaza heyî ya kuştina şaneyên pençeşêrê, wan rêbazeke nû ya hîn bibandor dîtine.
Hat diyarkirin ku Zanîngeha Glasgowê bi rêbazeke nû ya bi navê CICD (Kuştina Şaneyên Serbixwe) bi pêş xistiye û ew rêbaz gireyan bi temamî ji holê radike û nexweşî careke din dubare nabe.
Encamên lêkolînan di kovara zanyarî ya Nature Cell Biology de hat weşandin.
Kemoterapî, radyoterapî û îmunoterapî rêbazên tedawiyên heyî yên tên zanînin. Di vê rêbazê de proteînên bi navê kaspaz tên çalakkirin û şaneyên pençeşêrê dikujin.
Lê ev tedawî rîska bandora neyînî di nav xwe de dihewîne û bi gelemperî nikare şaneyên pençeşêrê bikuje. Di encamê de jî nexweşî dubare dibe anku ji nû ve derdikeve holê.
Di bin serokatiya Dr. Stephen Tait de hat diyarkirin ku ev rêbaz bi temamî gireyan radiwestîne û dibe ku di tedawiya penceşêrê de hîn bibandor be. Di rastiyê de hewce nake hemû şaneyên gireyan bên kuştin. Lewre me ji bo gireyan paqij bike bandoreke pergalî derxist holê.