Zaro TV ji aliyê Hikumeta Herêma Kurdistanê ve ji bo zarokan hate vekirin

Zaro TV ji aliyê Hikumeta Herêma Kurdistanê ve ji bo zarokan hate vekirin

Zaro Tv; Yekemîn kanala zarokan ya Hukûmeta Herêma Kurdistanê

Wezareta Rewşenbîrî ya Hukumeta Herêma Kurdistanê amadekariya vekirina yekemîn kanalê esmanî ya zarokan, Zaro Tv dike. Zaro Tv niha di weşana testê de ye û biryare ku di Newroza îsal an ku 21-03-2014 de dest bi pexşê bike.

Yekemîn kanala esmanî ya zarokan ya Hûkumeta Herêma Kurdistanê Zaro Tv, di bunya Wezareta Rewşenbîrî de hate damezrandin. Zaro Tv  roja 04-02-2014 cara yekem pexşa logoyê li ser heyva destkirde Nilsatê, dest bi weşana logoyê kir.

Armanca Zaro Tv ewe ku bi hemû zaraveyên Kurdî xwe bigehîne tevahî zarokên Kurd û giringiyê bide perwerdehiya wan.

Frekansa Zaro Tv jî eve: Nîlsat 11033 – 27500 / S.R- V – FEC 3/4

Armanc û naveroka zaro Tv bi berferehî di malpera zarotv.com/Test de hatiye rave kirin.