Zêbarî daxwaza alîkariya zêdetir kir bo penaberên Suriyê

Zêbarî daxwaza alîkariya zêdetir kir bo penaberên Suriyê

Wezîrê karên derve yê Îraqê Huşyar Zêbarî li Cenevreyê, di civîna komîsertiya bilind ya penaberan ya ser bi Neteweyên Yekbûyî de daxwaz ji komela nevdewletî kir ku hewla alîkarî û piştgiriya zêdetir bidin penaberên Suriyê ku her roj hejmara wan zêdetir dibe.

Di civîna dewletên ku penaberên Suriyê xudan dike de jî wezîrê karên derve yê Îraqê Huşyar Zêbarî ragehand ku Îraq heta niha pêşwaziya 240 hezar penaberên Surî kiriye û her roj jî ev hezmar zêdetir dibe.

Wezareta karên derve yê Îraqê jî bi beyanameyê de diyar kir ku civîna Cenevreyê bi beşdarbûna wezîrê karên derve yê 25 welatan pêk hatiye û di civînê de rewşa penaberên Suriyê bi berferehî hatiye gotubêj kirine ku ji niha ve hejmara penaberan gehiştiye 2milyon kesan.

Wezareta karên derve yê Îraqê diyar kir ku di civînê de Huşyar zêbarî daxwaz ji komela nevdewletî kiriye ku bi awayek lez zêdetir alîkariya penaberan bikin. Wezareta kerên derve dibêje Îraqê heta niha zêdetir ji 100 milyon dolarî alîkarî daye penaberan.