Zêbarî dest bi hevdîtinan kir

Zêbarî dest bi hevdîtinan kir

Wezîrê karên derve yê Îraqê Hoşyar Zêbarî doh çû Tirkiyê û bi serokomarê Tirkiyê Abdullah Gul û wezîrê karên derve Ahmed Dawutoglu re hevdîtin pêkanî. Di hevdîtina Dawutoglu û Zêbarî de rojev li ser civîna Cenevre 2 bû.

Wezîrê karên derve yê Îraqê Hoşyar Zêbarî doh êvarî bi serokomarê Tirkiyê Abdulah Gul re hevdîtin pêkanî.

Serokomarê Tirkiyê diyar kir ku ev serdana şanda Îraqê ji bo pêşxistina peywendiyên herdu welatan pir girînge. Gul da zanîn ku ew li gel hemû pêkahatiyên Îraqê di yek rêzê de ne û giringiyê didin pêwendiya digel hemûyan jî.

Wezîrê karên derve yê Îraqê Hoşyar Zêbarî jî tekez kir ku ev serdana wan, bi armanca pêşxistina dostaniyê, hevkariyê û her weha geş kirina peywendiyên herdu aliyane.

Di encama hevdîtinê de hate gotin ku pêwîste dewletên herêmê li gel hev hevkarbin ji bo pêşxistin û zalkirina aramiya herêmê.

Her weha Hoşyar Zêbarî îro jî danê sibê digel wezîrê karên derve yê Tirkiyê Ahmed Dawûtoglu re hevdîtinek pêk anî. Di hevdîtinê de mijara sereke rewşa Suriyê û civîna Cenevre 2 bû. Piştî hevdîtinê her du wezîran civîneke çapemeniyê pêkanîn.

Destpêkê Ahmed Dawûtoglu axivî û got ku ku Tirkiye û Iraq dixwazin qeyrana Sûriyê bi rêyên aştiyane bibin.

Dawûtoglu diyar kir ku digel Zêbarî li ser civîna Cenevre 2 axivîne û ew dixwazin Iraq di amadekariyên civînê de rola xwe bilîze.

Hoşyar Zêbarî jî daxuyand ku Îraq dixwaze li Sûriyê aştî pêk bihêt û got: “Her heke civîna yekem ya Cenevreyê em dê weke Îraq û Tirkiye rola xwe di Cenevre 2 de jî pêk bînin.”