Zêbarî: Îraq nikare çekên ji Îranê diçin Sûriyê rawestîne

Zêbarî: Îraq nikare çekên ji Îranê diçin Sûriyê rawestîne

Wezîrê derve yê Îraqê Hoşyar Zêbarî li Parîsê ragihand ku, karê wî yê serekî di wê serdanê de aşkira kirina helwesta Êraqê ji aloziya Sûriyêye, her weha Zêbarî teqez kir ku Bexda di navbera agirê Îran û Emerîkayê deye .
Li gor rojnameya Şerqil Ewset doh Hoşyar Zêbarî da zanîn ku wî welatên rojava agahdarkiriye ku welatê wî nikare proseya guhastina çekan Tehranê diçin Şamê eger hebê bisekinîne, her weha bang li rojava kir ku eger ev yek ne li gor biryarên encûmena ewlehiya navdewletî bû qedexekirina çekan ku bikeve ya ji Îranê derkeve ew dikarin rawestînin.
Di daxuyaniya xwe de Zêbarî destêwerdana biyanî ya leşkerî bo ser Sûriyê bi dûr zanî û cext li wê yekê kir ku lihevkirinek Emerîkî – Rûsî bo mayina Esed di desthilatê de heya dawiya wilayeta xwe sala bê heye.

Çavkanî: PUKmedia