Zilamê Awustralyayî û jina Îngîlîz li Colemêrgê daweta kurdewarî kirin.

Zilamê Awustralyayî û jina Îngîlîz li Colemêrgê daweta kurdewarî kirin.

Li bajarê Colemêrgê zilamekê Awusturalyayî û jina Brîtanyayî bi dawetek rewnaq zewicîn. Dawet li gor dabûnerît û kevneşopiyên Kurdî pêk hat û bûk û zavayî jî cilûbergên herêmî berkirin.

Li bajarê Colemêrgê Pierre Richard ku endazyarê Awûsturalyayî ye û di gel kompanyayekê kar dike bi destgirtiya xwe Nîcolaya Brîtanî re zewîcî. Daweta bûk û zavayên biyanî li gundê Çemka ya ku 30 km dûrî Colemêrgê ye, bi dabûnerîtên Kurdî pêk hat. Di dawetê de bûk û zava cilûbergên herêmî ber kirin.

Di dawetê de karsazê bi navê Îsmet Olmaz bû birazava û hemû mesrefên dawetê pêşwazî kirin. Her weha gundiyên nîştecihê Çemkayê jî bi germî pêşwaziya bûk û zava kirin. Di dawetê de li gel zurne, dewûl û stranên Kurdî govend hate gerandin.

Zava Pierre diyar kir ku ji ber wan pir ji dabûnerît û kevneşopiyên herêmê hez kirine xwestine daweta xwe li Colemêrgê bikin. Pierre got; ’ Li vir hemû tişt pir xweşe. Min di gel destgirtiya xwe de axivî, me biryar da ku em daweta xwe li gor kevneşopiyên xwe pêk bihînin. Hemû gundiyan jî harîkariya me kirin. Ez jî fêrî govendê bûm. Hêvîdarim ku di demek nêzîk de fêrî Kurdî bibim.

Bûkê Nîcola jî diyar kir ku wê pir ji fîstanên kurdî hez kiriye û got: ’Mirovan cilên rengîn ber kirine û ji bo me govendê digrin. Colemêrgê pir karîgerî li min kir

Çavkanî: Yuksekova haber