Zimanê me

Zimanê me

Zimannas û kurdologê amerîkî Michael Chyet di navbera salên 1995 û 2000an de bernameya hefteyî “Zimanê Me” di beşê kurdî yê radyoya Dengê Amerîkayê (VOA) de amade û pêşkêş kir. Hingê ew sernivîskarê wî beşê radyoyê bû. Michael Chyetî teza xwe ya doktoriyê li ser şax û şovên Mem û Zînê nivîsiye, ferhenga kurmancî-îngilîzî “Kurdish-English Dictionary” berhev kiriye, mamostayiya  zimanê kurdî (kurmancî û soranî) li Washington û Parîsê kiriye û niha li Kitêbxaneya Kongresê (Library of Congress) karê katalogkirina kitêbên bi zimanên Rojhilata Navîn dike.

Michael Chyetî di bernameya Zimanê Me de gelek mijarên giring û balkêş yên li ser zimanê kurdî pêşkêş kirine. Kulturname li vê derê 43 xelekan ji wê bernameyê pêşkêşî mêvanên xwe dike. Newzad Hirorî ew ji kasetan dijîtal kirine. Hem Michael Chyetî hem jî beşê kurdî yê Dengê Amerîkayê destûra belavkirinê daye Kulturnameyê.