Zindaniyê Kurd Seyidxan Taşkiran jiyana xwe jidest da

Zindaniyê Kurd Seyitxan Taşkiran ku di girtîgeha Bitlîsê de bû di encama nexweşiyê de jiyana xwe jidest da. Girtiyê Kurd di girtîgeha şêwazê E yê ya Bitlîsê de fermana zindanîbûnê ya heta dawiya temen xwaribû. Eve demeke dirêj bû ku di girtîgehê de nexweş bû. Girtiyê siyasî Seyitxan 44 salî bû. Girtiyê ku di encama nexweşiyê û mercên girtîgehê yê giran jiyana xwe jidest dayî piştî vekolîna mirinê radestî malbata wî û şandeya BDP hate kirin.
Piştî wergirtina termê Seyidxan Taşkiran Serokê TUHAY-DER Ahmet Aygun daxuyaniyek da û got ku berê jî Gurgun Kurt jiyana xwe jidest dabû û eger ku ev kiryarana berdewam bikin bi rengekî em dê ewlekariya xwe pêk bînin. Aygun diyar kir ku eve di nava 3 salan de 18 hevalên me jiyana xwe jidest dane, û diyar kir ku rêvebiriya girtîgeha bitlîsê berpirsiyarê van mirina ye û di encama bêxemiya wan de ev bûyerana pêk tên.
Rewanbej.net